بيان رسمي عن هوية رفيقنا زنار آمد – موسى محمد كورجي

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Di dîroka 5ê Sibata 2025an de, bi riya daxuyaniyeke fermî me nasnameya hevrêyê xwe Zinar Amed – Mûsa Mihemed Korcî eşkere kir. Di daxuyaniyê de me da zanîn ku hevrêyê me di şer û pevçûnên dijwar ên li dijî artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê de li Herêma Efrînê, navçeya Şêrewayê, şehîd bûye.

Piştî lêkolînan ên ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, aşkere bû ku hevalê me Zinar şehîd nebûye. Me ji nû ve pêwendiya xwe bi hevrêyê xwe Zinar Amed re saz kir û ew niha vegeriyaye ser erka xwe.

Li hember vê yekê em pabendbûna xwe bi prensîba şefafî û zelaliyê bi gelê xwe re piştrast dikin. Em dagirkeriya Tirkiyeyê berpirsiyarê tevliheviya li herêmên dagirkirî dibînin. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk dixebite ku tevliheviyan biafirîne û raya giştî şaş bike.

Di nava tevliheviyên ku li Sûriyeyê çêbûne de dagirkeriya Tirkiyeyê sûd ji wan tevliheviyan wergirt û hewil da ku gelê me yê Efrînê di qirkirinê re derbas bike. Lê hêzên me di çarçoveya parastina gelê xwe de roleke girîng girt ser milê xwe û pilanên dagirkeriyê vala derxistin, û nehiştin ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bighêjin armancên xwe.

Hêzên Rizgariya Efrînê
7ê Pûşperê, 2025

إلى الإعلام والرأي العام

في تاريخ 5 شباط 2025، كنا قد أعلنا عبر بيان رسمي عن هوية رفيقنا زنار آمد – موسى محمد كورجي، وأكدنا حينها استشهاده خلال المعارك والاشتباكات ضد الاحتلال التركي ومرتزقته في ناحية شيراوا التابعة لمنطقة عفرين.

إلا أن التقييمات اللاحقة التي أجرتها قواتنا، استنادًا إلى معطيات ميدانية جديدة، أثبتت أن رفيقنا زنار لم يكن قد استشهد كما ورد في التقارير الأولية. وقد تمّ استعادة الاتصال به، وهو اليوم يواصل واجبه الثوري إلى جانب رفاقه.

انطلاقًا من مبدأ الشفافية والوضوح، نضع هذه الحقيقة أمام شعبنا. ونؤكد في الوقت نفسه أن الاحتلال التركي هو المسؤول عن الفوضى والارتباك في المناطق المحتلة، إذ يعمل بشكل ممنهج على خلق البلبلة وتضليل الرأي العام.

في ظل الفوضى التي تشهدها سوريا، حاول الاحتلال التركي استغلال هذا الوضع لارتكاب جرائم إبادة جماعية بحق شعبنا في عفرين، إلا أن قواتنا أدّت دورًا مهمًا في حماية شعبنا، وأحبطت مخططات الاحتلال ومنعت مرتزقته من تحقيق أهدافهم.

قوات تحرير عفرين
٧ حزيران ٢٠٢٥

زر الذهاب إلى الأعلى