8 rêhevalên me ji bo parastina gelê xwe bi fedaî şer kirin û gihîştin şehadetê
Di dawiya Mijdara 2024’an de HTŞ û hin komên paramîlîter ji bo rûxandina rejîma BAAS’ê dest bi operasyonê kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî jî ji vê operasyonê sûd wergirtin û plan kirin ku li herêmên wek Şêrawa, Şehba û Til Rifatê li ser gelê me komkujiyan pêk bînin. Wek tê zanîn piraniya xelkê me yên ku li van herêman bi cih bûne, xelkê Efrînê ne ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de koçber bûne. Hêzên me li hemberî êrîşên îhtîmal ên komkujiyan parastina gelê xwe kirin. Gelê me yên li van herêman heta bi ewle derbasî herêma Cizîrê bûn, çeperên xwe yên berxwedanê parastin. Di navbera 1-2’ê Kanûna 2024’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê giran bûne û di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şer û pevçûn rû dane. Di encama pevçûnên ku di van her du rojan qewimîn de 8 rêhevalên me bi fedaî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Rêhevalên me Canfîda, Çiya, Dilşêr, Piling, Ristem, Talal, Zinar Amed û Zinar Efrîn ji bajarên Efrînê û Helebê ne. Piştî dagirkirina Efrînê tev li têkoşîna li dijî dagirkeriyê bûn. Li ser esasê parastina gelê xwe li dijî dagirkeran eniya berxwedanê de cîh girtin. Rêhevalên me bi berxwedaniya xwe hiştin ku gelê me careke din weke mînaka Şingalê ji komkujiyê derbas nebe. Ger trajediya duyemîn a kurdan çênebû ev bi saya berxwedana van lehengan e. Ev fedakariya wan bibe bingeha têkoşîna me ya li dijî dagirkeran. Şer û jiyana wan hêz da me û em bi berxwedaniya wan serbilind in.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo azadiya her bihostekî axa xwe ya dagirkirî têbikoşin ta ku gelê me bi azad û aram li ser axa xwe bijî.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Canfîda Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Elî
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba / Til Rifat / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Ismaîl
Navê Dayikê: Rebîa
Navê Bav: Ziyad
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: HerêmaEfrîn / Şêrewa / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Elî Hemo
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Reşîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: HerêmaEfrîn / Şêrewa / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Piling Efrîn
Nav û Paşnav: Îsam Îsa
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Menan
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: HerêmaEfrîn / Şêrewa / 1’ê Kanuna 2024
Nasnav: Ristem Efrîn
Nav û Paşnav: Horo Kêlo
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Derwêş
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: HerêmaEfrîn / Şêrewa / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Talal Bilbil
Nav û Paşnav: Wehîd Sefer
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Zinar Amed
Nav û Paşnav: Musa Korcî
Navê Dayikê: Şehînaz
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: HerêmaEfrîn / Şêrewa / 2’yê Kanuna 2024
Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Bekir
Navê Dayikê: Esum
Navê Bav: Selah
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba / 2’yê Kanuna 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
5’ê Sibata 2025