Di roja 23’ê Mijdarê de li xeta Şera di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hat kuştin.

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ên ku xwe didin pêş çalakiyên me yên bersivdayînê didomin.

Di vê çarçoveyê de;

  • Di roja 22’ê Mijdarê de li Xeta Ezazê hêzên me çalakiyekî sekvanî lidardixin li vê derê çeteyek dagirker tê kuştin û her wiha li heman cih dema dijmin dixwzaê cenazeyê kuştiyê xwe bigre dibin armance segvanên me û çeteyek din tê kuştin.
  • Di roja 23’ê Mijdarê de li xeta Şera di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hat kuştin.
  • Di roja 23’ê Mijdarê de Hêzên me li Xeta Ezazê çalakiya serdegirtinê li hemberê dagirkeran ji çend baskan ve lidarxistin. Di vê çalakiya heyî de 7 dagirker hat kuştin û 8 dagirker jî birîndar bû. Dema dijmin tê û dixwaze kuştî û birîndarê xwe rabike lê vê derê li takviyeya heyî jî tê xistin kuştî û birîndar nehat zelakirin di heman deme de seyareya Doçka barkirî ê takviyeya heyî jî hate îmhakirin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de bi giştî 10  çeteyên dagirker hatin kuştin û 8 dagirker jî birîndar bû.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê

26’ê Mijdara 2024

زر الذهاب إلى الأعلى