Em hevrêyê xwe Polat Efrîn bi rêzdarî bibîr tînîn

استشهاد احد رفاقنا الشهيد بولات عفرين

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Hevrêyê me Polat Efrîn dema li ser erk û wezîfeya xwe bû, di 13’ê Mijdarê li navçeya Şêrewa ya girêdayî herêma Efrînê birîndar bû û demekî dirêj tedawiya xwe didît. Mixabin tevî hemû destwerdana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 24’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanên nemiran bû.

Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi derketina şewq û ronahiya Rêber APO ve hate destpêkirin û her ku çû weke deryayekî pêl bi pêl mezin bû û herikî. Destpêkê bandorekî mezin li ser kurdan avakir û gav bi gav ji bo gelên bindestan bû hêviyek. Gelê me bi salan bû ji êrîşên dagirkeran rûbirû mabû û êşên mezin kişandibû, vê carê xwe bi fikr û ramanên Rêber APO ve rêxistin kir. Bê guman di oxira rêya azadiyê de jî ji her bedelê ra çi pêwîst kir, dan raberkirin. Malbata hevreyê me Polat jî yek ji wan malbatên ji Kurdistanê ye ku bi taybetî bi hatina Rêber APO li Sûriyê ve hîn bêhtir xwedî şans bûn ji nêz ve Rêber APO nas bikin û bibihîsîn û li ser van bingehan jî bi girêdana çand û kevneşopiya Kurdî ve welatparêziya pêwîst dan raberkirin û zarokên xwe tevlî nava refên azadiyê kirin.

Hevrêyê me Polat Efrîn jî di malbatekî wiha de hîn di temenê xwe yê ciwan de bi çîrokên tije lehengî û qehremaniya keç û xortên welatê me ve mezin dibe û wisa kesayetê wî têşe dide jiyana wî. Bi taybetî piştî êrîşên îmha û qirkirinê li ser gelê me destpêka Şoreşa Rojava de bi destên komên cîhadîst destpê dike, ji sekna xwe ya berxwedêr û têkoşînê tawîz nade û li ser xaka bav û kalê me dest bi parastina deskeftiyên şoreşê dike.

Dewleta Tirk a ku para xwe ji nirxên mirovahiyê negirtî ye, dema dibîne li ku derê kurdekî azad hebe tehemûlê nasname, ziman û hebûna wê/wî nake, ji bona vê yekê jî her demê êrîşên xwe topyekûn tîne ser gelê me. Bi taybetî piştî ku bajarê Efrînê li pêş çavê cihanê hat dagirkirin şûn ve hevrê Polat hîn bêhtir hêrs û kîna dilê wî li hemberî dewleta Tirk û çeteyên hov ê dijmin germ bû, li ser van bingehan tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bû da ku bikaribe ji êş û azara gelê me ra bibe bersiv.

Hevrê Polat Efrîn di temenê xwe yê ciwan, bi germahî û rûkeniya xwe ve her bi coş û kelecanekî mezin xwe tevlî nava erk û wezîfeyên demê kir. Bi hevaltî û sekna xwe yê ji dil û bi fedekariya xwe ve her demê hate hezkirin û cihê xwe di nava dilê hevalên xwe de hişt.

Weke Hêzên Rizgariya Efrînê di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Polat Efrîn, tevahî gelê xwe yê welatparêz a Kurdistanê ra dixwazin. Ji bo rizgarî û dawî anîna li dagirkeriyê di oxira doza azadiyê de her çi qas me gelek bedelên giranbiha dabe jî lê her demê em bi bîr û baweriya serkeftinê, bi xeyal û armancên şehîdên xwe yê qehreman ve jiyan dikin û têdikoşin, teqez em ê serkeftinê misoger bikin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Polat Efrîn

Nav û Paşnav: Şiyar Reşo

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 24’ê Mijdara 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê

25’ê Mijdara 2024

زر الذهاب إلى الأعلى