Rêhevalekî me şehîd Jiyan Cûdî şehîd ket

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Em hevrêya xwe Jiyan Cûdî bi navê xwe yê rast Bêrîvan Demîrcî ku di 30 Çileya 2024’an li herêma Efrînê tevî çar hevrêyên xwe gihabû asta şehadetê bi hurmet û rêzdarî bibîrtînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Demîrcî em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevrê Jiyan de em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dûbare dikin.
Hevrê Jiyan ku li warê lehengan, li Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, ji destanên şoreşa Rojava îlham digre û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Heval Jiyan ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û berê xwe dide nava refên azadiyê. Salên dirêj ên têkoşînê, tecrûbeyên şer û jiyanê kesayeteke şareza û bi vîn di heval Jiyan de ava dike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tevdigere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza; “Me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwantî serbixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digre ser milê xwe.
Dema bajarê Efrînê dikeve dorpêça dagirkeriya Tirk hevrê Jiyan mîna bi sedan ciwanên Kurd bê teredut berê xwe dide eniyên cenga giran ên bajarê Efrînê û di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de cihê xwe di nava Tîmên Şehîd Avesta de digre. Tevî şert û mercên giran ên dagirkeriyê ew bi zanebûnek mezin tevdigere û ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Hevrê Jiyan bi dilê xwe yê pak û bi rûyê xwe yê mîna firîşteyan bedew, ji bo hevrêyên xwe dibe pêşenga jiyanê û li hemberî dijminê xwe dibe şervana demê ya dilwêrek. Bi vê sekna xwe ya ji pola tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dijmin dide.
Herî dawî dema tîmên me yên HRE plana çalakiyeke berfireh dikin, hevrê Jiyan di tîma êrîşê de cihê xwe digre û berê xwe dide çeperên dagirkeriya Tirk. Li gundê Basilê û Ezazê gelek çalakiyan lidar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên ceza kirin. Piştî pevçûn û şerekî dijwar, hevrê Jiyan tevî çar hevalên xwe Çîçek Kobanê, Cûdî Reşo, Dilşêr Serêkaniyê û Cûdî Gabar ku me berê nasnameya wan bi raya giştî re parve kiribû, dighên asta şehadetê.
Hevrêya me Jiyan ku demeke dirêj cenazeyê wê di destê dijmin de dimîne, di meha Cotmehê de ji aliyê hêzên me yên Rizgariya Efrînê ve bi awayek saxlem cenazeyê wê tê wergirtin. Gelê me yê Efrînê jî bi merasîmeke bi heybet fermandara xwe ya ciwan sparte axê û sonda xwe ya bi şehîdên xwe re nû kir. Em jî weke Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê careke din sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Jiyan û ji tevahî gelê xwe re dixwazin û em soz didin ku Rêya Avesta, Karker, Jiyan û Çîçek’an wê her dem rêya me be û teqez emê li ser şopa wan mizgîniya rizgariya Efrînê bidin gelê xwe û tevahî jinan
Nasnameya rêhevala me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Jiyan Cûdî
Nav û Paşnav: Berîvan Demîrcî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Veysî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 30’ê Çileya 2024

Hêzên Rizgariya Efrîn
2 Mijdar 2024

زر الذهاب إلى الأعلى