استشهاد احد رفاقنا الشهيد اسكندر عفرين
Em hevrê Îskender Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Hevrêyê me Îskender Efrîn ku li herêma Efrînê li ser erka xwe bû, di dîroka 23’yê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanên şehîdan bû. Em hevrê Îskender bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wî ditewînin.
Rêhevalê me Îskender Efrîn bi navê xwe yê din Rohilat Murad di nava malbatekî welatparêz ku li çanda kurdî parastî de li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û her wiha derdora ku lê mezin dibe ji bo pêşeroja hevrêyê me Îskender dibe bingeha kesayeta wî. Dema bi polîtîkayên taybet êrîşên çeteyên cîhadîst bi piştgiriya hêzên derve li ser herêmên me xwe dan pêş, rêheval Îskender jî weke ciwanekî xwedî bi rûmet û wijdan êrîş û qirkirina li ser gelên herêmê tê kirin qebûl nekir û berê xwe dide nava refên şoreşê. Di destpêka avakirina hêzên parastinê de di nava wan şert û mercên herî zor û zehmet de, li hemberî derfetên tûnebûnê jî têkoşîn û berxwedanekî dîrokî li rex hevalên xwe dan meşandin. Bi taybetî di dema êrîşên li ser girê Qestel Cindo de di çeperên şer de mewzî digire, li vê derê hevalê me birîndar dibe lê rixmê vê yekê jî dev ji têkoşînê bernade. Bi îradeyeke mezin piştê ku tedawiya xwe dibîne şûn ve carekî din berê xwe dide çeperên berxwedanê. Di şerê gelê şoreşgerî bi awayekî herî xort lê hatî meşandin, rêhevalê me Îskender û hevalên wî li kolanên taxên Helebê ê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bersiva pêwîst li hemberî komên çeteyên cîhadîst didin raberkirin. Di dema şerê berxwedana serdemê a Efrînê de rêheval Îskender çawa ji destpêkê de li hemberî êrîşên dijmin xwe neda aliyekî, vê carê jî bi erk û wezîfeya xwe ya demê rabû.
Piştî şerê berxwedana serdemê a Efrînê rêheval Îskender hîn bêhtir hovîtî û faşîzma dijmin ên li ser gelê me naskir ji bo rizgariyê ket nava lêgerîneke nû. Rêheval Îskender ji roja ku tevlî bû heya kêliya xwe ya dawî jî her demê li hemberî dijmin bi seknekî xurt sekinî. Rêheval Îskender ti deman ji erk û wezîfeyên pêwîstiyên demê xwe neda aliyekî. Ji şervantiyê heta herî dawî erka Fermandariya Tabûrê girt ser milê xwe û berpirasyartiyên xwe pêk anî. Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de ezmûn û danehevên ku pêra xwe da pêş, hem bi hevalên xwe re parve kir û hem jî xist xizmeta şoreşê. Rêhevalekî wisa bû ku her demê pêşengtî ji jiyan û şoreşê re kir û bû rêhevalekî xwediyê cihê rêz û hûrmetê. Di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo rizgariya gelê me tekoşînekî xurt da raberkirin. Rêheval Îskender bi sekn û pratîka xwe ya şoreşgertiyê cihê xwe di nava nirxên şoreşê de girt.
Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Îskender pêk bînin û di şexsê wî de em ê layiqî hemû şehîdên xwe bin. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Îskender Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Îskender Efrîn
Nav û Paşnav: Rohilat Murad
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Faîq
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’ê Cotmeha 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
25’ê Cotmeha 2024
نستذكر رفيقنا اسكندر عفرين بأجلال واحترام
إلى الاعلام والرأي العام
نستذكر رفيقنا إسكندر عفرين وننحني باجلال واحتراما له , انضم رفيقنا اسكندر عفرين إلى قوافل الشهداء بتاريخ 23 اكتوبر 2024 عندما كان على رأس عمله في منطقة عفرين.
ولد رفيقنا إسكندر عفرين ذو الاسم الحركي روهلات مراد في مدينة عفرين ضمن عائلة وطنية تحافظ على الثقافة الكردية ، وبسبب هذه الخصائص التي تميز عائلته وكذلك البيئة التي نشأ فيها، فإنها تصبح أساسا لشخصية رفيقنا إسكندر وتحدد ملامح مستقبله ، وعندما هاجمت القوى المرتزقة مناطقنا بدعم من القوى الخارجية بسياسات خاصة ، لم يقبل الرفيق إسكندر الاعتداءات والمجاز التي مورست بحق شعوب المنطقة فانضم إلى صفوف الثورة لانه شاب ذو شرف وضمير ، وفي بداية تشكيل قوات الدفاع ناضلوا بمقاومة تاريخية بجانب أصدقائهم في أصعب الظروف ، وأثناء الهجمات على تلة قسطل جندو ، اتخذ مكانه في مواقع المعركة وهنا أصيب صديقنا ، لكنه لم يتوقف عن النضال وبإرادة عظيمة بعد تلقيه العلاج يعود مجددا الى خطوط المقاومة ، وفي معركة الشعب الثورية ،قام رفيقنا إسكندر وأصدقائه في شوارع حلب وحيي الشيخ مقصود والأشرفية بالرد اللازم ضد المرتزقة الجهاديين ، وخلال مقومة العصر في عفرين لم يقف الرفيق إسكندر في وضعية المتفرج أمام تلك الهجمات العدو، بل قام هذه المرة أيضا بالواجبات و المسؤليات التي تقع على عاتقه.
بعد مقاوم العصر في عفرين، أدرك الرفيق إسكندر بشكل أكبر وحشية وفاشية العدو على شعبنا لذلك دخل في مرحلة جديدة للبحث عن الحرية . منذ يوم انضمامه وحتى اللحظة الأخيرة، كان الرفيق إسكندر يقف دائمًا بقوة في مواجهة العدو. لم يهمل الرفيق إسكندر أبدًا واجبات ومسؤوليات العصر. ومنذ أن كان مقاتلاً، تولى منصب قائد الكتيبة وقام بمسؤولياته. خلال حياته الثورية، شارك الخبرات والتجارب التي اكتسبها مع أصدقائه ووضعها في خدمة الثورة. لقد كان الرفيق الذي أعطى الأولوية دائمًا للحياة والثورة وأصبح رفيقًا له مكانة الشرف والاحترام. لقد خاض في كل لحظات حياته كفاحا قويًا من أجل خلاص وتحرر شعبنا. لقد نال الرفيق اسكندر مكانه بين قيم الثورة بإصراره وممارسته الثورية.
ونحن كرفاق له نعدكم ونتعهد بتحقيق أهداف وأحلام رفيقنا إسكندر وسنكون بشخصه مستحقين لجميع شهدائنا. ونتقدم بتعازينا لعائلة الرفيق اسكندر عفرين العزيزة ولجميع أبناء شعبنا الوطني.
سجل رفيقنا الشهيد فيما يلي :
الاسم الحركي : اسكندر عفرين
الاسم والنسبة : روهلات مراد
اسم الأم : فداء
اسم الأب : فائق
مكان وتاريخ الاستشهاد : منطقة عفرين/ 23 اكتوبر 2024
قوات تحرير عفرين
25 أكتوبر 2024