استشهاد احد رفاقنا من جنوب كردستان الشهيد ديار غريب

إلى الاعلام والرأي العام!
رفيقنا ديار غريب شابً نبيل من جنوب كردستان ، قاتل في العديد من ساحات المعارك في كردستان ، ثم توجه أخيراً إلى روج آفا ورفع موقفاً ثورياً ضد عدو شعبنا وثورتنا، وقاتل حتى أنفاسه الأخيرة.  وفي 22 سبتمبر 2024 وصل إلى مرحلة الاستشهاد أثناء تأدية واجبه في منطقة عفرين .
رفيقنا ديار غريب، المعروف باسمه الآخر كاروان حاجي، ولد في مدينة زاخو جنوب كردستان ضمن عائلة وطنية تتمسك بالقيم الكردية.  وبسبب هذه الصفات التي يتمتع بها عائلته وفي نفس الوقت الذي هاجمت فيه المجموعات الجهادية المرتزقة شعبنا في روج آفا كردستان وجنوب كردستان في بداية أزمة الشرق الأوسط، ارتكبوا العديد من المجازر بحق الشعب ، وأمام هذه الهجمات الوحشية من قبل العصابات الجهادية، كيف توافد الأهالي إلى الميادين بروحهم الوطنية وعززوا دفاعهم جنباً إلى جنب مع أبنائهم. الرفيق ديار غريب كان من هؤلاء الشباب الذين لم يتقبلو على انفسهم أن يتوقفوا ويشاهدوا بقلبه وعقله ، فمن ناحية زادت حقده وغضبه على العدو ومن ناحية أخرى تأثر بقصص شجاعة وبطولات الفتيات والفتيان في بلدنا ، وانطلاقاً من هذه المشاعر وعد بالانضمام إلى صفوف الثورة . وفي أصعب اللحظات التي عاشها جنوب كردستان كان يقوم بواجبه ومهمته وبعد فترة توجه هذه المرة إلى مناطق روج آفا كردستان.
لقد عرف الرفيق ديار أنه فقط من خلال النضال القوي والإرادة الفولاذية يمكنه شن حرب لا هداوة فيها ضد الاحتلال في ذلك الوقت لقد ثقف نفسه على ذلك ، وكلما تعرف على نفسه كلما زاد وعيه بواقع العدو وحقيقته ، وبالوعي والسياسة والسياسات الفاسدة التي تمارس ضد شعبنا لقد جعل من نفسه ذكياً وواسع المعرفة في مجال الأعمال وخاصة في المجال العسكري ، وأصبح صديقاً شاباً موهوباً في كافة المجالات وفي عام 2019 ومع هذه التجارب والبيانات من الحرب أخذ مكانه بإخلاص في الصفوف الأمامية في معركة تحرير الباغوز و معركة مقاومة الكرامة في سري كانية / رأس العين .
لقد ذهب الرفيق ديار إلى هناك بوعيه ومعرفة أين تكمن احتياجات الثورة ومع نضاله ضد المجموعات الجهادية مثل النصرة ودا.عش وأيضاً الجماعات المتعطشة للدماء الأخرى التي تمتلكها الاحتلال التركي ، وأخيراً وانطلاقاً من هذه المبادئ توجه إلى منطقة عفرين وبدأ حرب التحرير ضمن قوات تحرير عفرين.  الرفيق ديار لم يستسلم أبداً، كان دائماً في المقدمة منذ يوم انضمامه وحتى آخر لحظة له.  شارك بإخلاص في خطوات التحرير والأنشطة التي تتم يومياً ، أصبح تارة محارباً وتارةً يصبح قائداً ويأخذ زمام المبادرة في الحرب والحياة.
إننا كقوات تحرير عفرين نجدد العهد بأننا سنحقق أحلام وأهداف أصدقائنا الشهداء ، سوف نترك العلم الذي رفعه لنا صديقنا ديار غريب وانطلاقاً من هذه المبادئ نود أن نعرب عن تعازينا لعائلة رفيقنا ديار غريب وشعبنا الوطني الكردستاني بأكمله .

الاسم الحركي : ديار غريب
الاسم والكنية : كاروان حاجي
اسم الأم : بهار
اسم الأب : محمد
مكان وتاريخ الاستشهاد: منطقة عفرين/ 22 سبتمبر 2024
 
قوات تحرير عفرين
29 سبتمبر 2024

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Rêhevalê me Diyar Xerîb ku ewladekî hêja ê ji Başûrê Kurdistanê bû, di gelek qadên şer ên li Kurdistanê de têkoşîn kir, herî dawî berê xwe da Rojava û li hember dijminê gel û şoreşa me sekna şoreşgerî raber kir û heta nefesa xwe ya dawî bi têkoşîna xwe ispat kir. Di dîroka 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû gihişt asta şehadetê.
Hevrêyê me Diyar Xerîb ku bi navê xwe yê din Karwan Hecî ve tê naskirin, li bajarê Zaxo ê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdayetiyê de ji dayîk dibe. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û di heman demê de dema komên çeteyên cîhadîst di destpêka alozî û qeyrana Rojhilata Navîn de êrîşên xwe anîn ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li dijî gel komkujî pêk anîn. Li hemberê van êrîşên hovane ê çeteyên cîhadîst jî çawa bi rihê netewî gel herikîn qadan û bi zarokên xwe ve mil bi mil parastinê xurt kirin. Hevrê Diyar Xerîb jî yek ji wan ciwanan bû ku sekin û temaşekirin di dil û mejiyê xwe de ji xwe re hezm nekir, di milekî de kîn û hêrsa wê li hemberî dijminê xedar zêde bû li milekî din jî bi çîrokên lehengî û qehremaniyên keç û xortên welatê me bandor bû. Li ser van hestan soz da ku ew jî berê xwe bide nava refên şoreşê. Di kêliyên herî zor û zehmet de li Başûrê Kurdistanê bi erk û wezîfeya xwe ya demê rabû, piştî demekî şûnda vê carê jî berê xwe da qadên Rojavayê Kurdistanê.
Rêheval Diyar dizanibû ku ancax bi têkoşînekî xurt û bi îradeyekî ji pola bikaribe li hemberî dagirkerên demê şerekî bê eman bide meşandin. Ji bo vê yekê jî xwe perwerde kir, her ku xwe nas kir û wisa jî hîn bêhtir rastî û heqîqeta dijmin û pê ve jî girêdayî hişmendî, siyaset û polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me tê kirin kete ferq û zanebûna wê yekê. Di warê birdozî û bi taybetî jî di warê biranşa leşkerî de xwe jîr û zana kir, bû hevalekî ciwan ê xwedî şareza. Bi  van  ezmûn û danehevên xwe yê şer di sala 2019’an de hem cihê xwe di pêngava rizgarkirina Bahozê û her wiha dîsa di şerê Berxwedana Rûmetê ê Serêkaniyê de bi awayekî fedaî li refên herî pêş da girt.
Rêheval Diyar bi hişmendî û zanebûna li ku derê pêwîstiyên şoreşê hebe berê xwe da wê derê û bi têkoşîna xwe ya li hember komên çeteyên cîhadîst ên mîna El Nusra, DAIŞ û her wiha komên cûda ên xwînmij ku dewleta Tirk a dagirker wan xwedî dike bû xwedî seknekî mînak. Herî dawî jî li ser van esasan berê xwe da herêma Efrînê di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de dest bi şerê rizgariyê kir. Rêheval Diyar xwe ti carî neda aliyekî, ji roja ku tevlî bû heya kêliya xwe ya dawî jî her li refên herî pêş bû. Bi awayekî fedaî tevlî pêngavên rizgarî û çalakiyên ku tê kirin bû, cih hat bû şervan û cih jî hat bû fermandar û pêşengtî ji şer û jiyanê ra kir.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê soza xwe nû dikin ku em ê xeyal û armancê hevalên xwe yê şehîd pêk bînîn. Ala ku hevrê Diyar Xerîb dewrî me kir, em ê bihêlin ku her li ba be. Li ser van esasan di serî da em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Diyar Xerîb û tevahî gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê ra dixwazin.
Nasnav: Diyar Xerîb
Nav û Paşnav: Karwan Hacî
Navê Dayikê: Buhar
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 22’yê Îlona 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê
29’ê Îlona 2024

زر الذهاب إلى الأعلى