Fermandarê HRE Karker Tolhildan Tevlê Karwanên Nemiran Bû

Şoreşa me ya Rojava di pêvajoyên pir dijwar û aloz re derbas bû. Her pêvajoyekê bi xwe re serdemek nû avakir û her serdemekê jî qehremanên xwe afirand. Li hemberî her awayî êrîşên li ser herêma me ya Efrînê, têkoşîn, berxwedan û lehengiyên mezin hatin raberkirin. Hê di salên destpêkê yên şoreşê de Efrîn yek ji bajarên ku bû hedefa hêzên çete. Şer, pevçûn û dorpêçên giran pêkhatin. Ev êrîş, dorpêç îro veguheriye dagirkeriyê û li hemberî vê dagirkeriyê weke Hêzên Rizgriya Efrînê têkoşîna me bê navber didome.

Yek ji qehremanên Şoreşa Rojava, ku ji Amanosê berê xwe da Efrînê û ji wir tevlê pêngavên rizgarkirinê bû, fermandar Karker Tolhildan bû. Hevrê Karker ku di sala 2013’an de bi komek hevalên xwe re ji Amanosê derbasî Efrînê bû, 10 salan bê navber kar û xebat da meşandin. Çi li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAÎŞ’ê, çi jî li dijî dagirkeriya Tirk bi cesareteke mezin li berxwe da û fermandariya şer girte ser milê xwe. Fermandarê me Karker di 10 Hezîrana 2023’an de li herêma Efrînê di encama êrîşeke xedar de tevlê karwanên şehîdan bû. Di serî de malbata me ya hêja û fedekar ya hevrê Karker Tolhildan, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û soza pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd dûbare dikin.

Hevrê Karker di nava malbateke welatparêz ku di oxira azadiya Kurdistanê de gelek bedelên giranbiha daye, jidayîk bû. Bi destanên lehengiyê yên Agirî û Geliyê Zîlan mezin bû. Li ser vê bingehê weke soza tolhildana ji komkujiya Geliyê Zîlan û bi sedan komkujiyên Kurdistanê beşdarî nava refên şoreşê bû. Taybetmendiyên Kurdewariyê yên merdbûnê di xwe de bi awayekî xurt ava kiribû. Hem di şerê xwe de merd bû, hem di jiyanê xwe de. Bi zanebûna ku rêya serkeftinê di fedaîtiyê re derbas dibe, fedaîbûn veguherande şêwazê jiyana xwe. Ruxmê temenê xwe yê ciwan, lêhûrbûnên xwe yên li ser rastiya dijmin pir xurt bûn û di demeke kurt de taybetmendiyên fermandartî di xwe de avakir û pêşengî ji cengên giran re kir. Fermandar Karker bi dilwêrekiya xwe ya di şer de û xuluqkariya xwe ya di taktîkên gerîla de bi dehan êrîş û dorpêçên dijmin têk birin.

Fermandar Karker û koma gerîla ya ku ji çiyayên Amanosê berê xwe dan Efrînê ji bo parastina gelê Rojava û Sûrî, çi li Efrîn, Serêkaniyê û Kobanê, çi jî li Reqa û Dêrazorê derbên giran li çeteyên DAİŞ’ê dan û bi pêngavên rizgarkirinê re, rêxistina herî hov a cîhanî têk birin. Ev grûba bijare ya gerîlayên Amanosê hinek ji wan li Efrînê, hinek ji wan li Kobanê, hinek ji wan jî li qadên cuda yên şoreşê de şehîd bûn. Hevalên weke şehîd Şiyar Malatya, Mazlûm Cîger, Dewran Faraşîn, Mervan Ûrfa, Xebat Wan, Piling Adiyaman, Ronî Rojhilat û Xabûr Dêrik roleke dîrokî di pêşxistin û parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê de leyîstin. Her yek ji wan li eniyekê erka fermandariyê girte ser milê xwe û mil bi mil bi gelê Rojava re li dijî çeteyên El-Nusra û DAÎŞ’ê mezin şerkirin. Bi vî rengî qonaxeke nû ya dîrokî dan destpêkirin û êdî şoreşa Rojava veguherî şoreşa bakur-rojhilatê Sûrî.

Di sala 2018’an de di kêliyên ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe yekser êrîşê bajarê Efrînê kir, fermandar Karker bi heman ruhê fedaî tevlê pêngava berxwedana Serdemê bû. Berxwedana dîrokî ya Qestel Cindo di bin fermandariya heval Karker de pêş ket. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, fermandar Karker kete nava lêgerîna rizgarkirina Efrînê û bû yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Efrîn HRE. Bi vê berpirsyartiyê û bi disiplîneke leşkerî ya bilind li bajarê Efrînê bi dehan çalakî kordîne kir, rêvebir û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker da. Ango bi awayek rojane bersiv dida dijmin, rojev dişopand û li kur êrîşek li ser gel heba yan jî hevalek şehîd ketiba, fermandar Karker xwedî plan bû û yekser derbasî çalakiyê dibû. Bi vî rengî ti carî tola hevrêyên xwe yên şehîd li erdê nedihişt. Ji wê bû ku weke çalakvanê demê dihate naskirin. Tevî ku gelek caran birîndar bû, lê ti carî ranewestiya. Ji bo wî rêgeza sereke ya fermandartiyê ew bû ku divê her li eniyên herî dijwar ên şer, li gel şervanên xwe be. Ji wê bû ku fermandar Karker ji bo hemû hevrêyên xwe hertimî bû çavkaniya moral, hêz û baweriyê. Ew fermandarek şareza yê şer û jiyanê bû. Hem di warê bîrdozî de, hem jî di warê leşkerî de 24 seatan xwe û şervanên xwe perwerde dikir. Ji ber ku bi sedan caran planên dijmin vala derdixist, her tim di hedefa dijmin de bû û gelek caran karî xwe ji kemînan xilas bike.

Hevrê Karker ku dagirkirina her bihosteke axa Kurdistanê ji kûrahiya dil û mejiyê xwe de hîs dikir, di wê ferqê de bû ku divê xwe di huner şer de pêş bixe û fermandartiya şerê gelê şoreşgerî bigre ser milê xwe. Li ser vê bingehê şev û roj bê rawestîn kar û xebat dida meşandin. bi awayek rojane keşfa baregehên dijmin dikir, hêza xwe amade dikir û di dema gûncav de bersiva pêwîst dida dijmin. Di vê wateyê mîna navê xwe hertim kar dikir, ked dida. Fermandar Karker ku bi hêza xwe ya çareseriya pirsgirêkan dihate naskirin, li cihê ku lê bû bi ti awayî rê ji xitimandin, bê çaretî û reşbîniyê re nîn bû.

Hevrêyê me Karker ku soz û çalakiya xwe yek bû, bi sekn, mêrxwasî û lehengiya xwe ve di dilê hemû şervan û gelê me yê Efrînê de cihê girt. Bi qasî ku lawê Serhedê bû, ewqas jî bû lawê Efrîna berxwedêr. Fermandar Karker, di serî de Rojavayê Kurdistanê, ji bo tevahî gelê me mîrateyeke mezin û bi nirx a berxwedanê li pey xwe hişt.

Weke şopdarên hevrê û fermandar Karker em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nû dikin. Erkên şoreşgeriyê yên ku şehîdên me dewrê me kirine, emê bi awayek rast bicih bînin. Rizgarkirina bajarê Efrînê ku yekemîn armanca fermandar Karker bû, deynê li ser milê ye. Em soza wê didin ku heya vegera li ser xaka xwe ya pîroz Efrînê, weke Hêzên Rizgariya Efrînê wê têkoşîn û berxwedana me bê navber bidome. Sekna bi rûmet a Karker’an, Şiyar’an, Devran û Xabûr’an wê di hemû kêliyên jiyana me de esas be, rêya wan rêya me ye û emê vê rêkê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Sîcîlê Fermandarê me yê HRE bi vî rengî ye;

Navê Kod: Karker Tolhildan

Navê Rast: Ridvan Ulugana

Navê Dayikê : Saide

Navê Bav : Kiyasettin

Dîroka şehadetê: 10 Hezîrana 2023 herêma Efrînê

Hêzên Rizgariya Efrîn HRE

25 Îlona 2024

زر الذهاب إلى الأعلى