Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li xeta Şêrewa,Mare û Babê
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li xeta Şêrewa,Mare û Babê çalakiyên bersivdayînê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de:
1- Di roja 13’ê Tebaxê de di çalakiya sekvanî ê li xeta Mare de çeteyek dagirker hate kuştin.
2- Di roja 14’ê Tebaxê de Baregehên Dewleta Tirk a dagirker ên Mare û Babê bi çalakiyên taybet hatin hedefgirtin di encamê de 1 leşker hate kuştin û 3 jî birîndar bû.
3- Di roja 16’ê Tebaxê de di çalakiya sekvanî ê li xeta Mare de çeteyek dagirker hate kuştin.
4- Di roja 17’ê Tebaxê de li xeta Şêrewa çalakiyekî serdegirtinê hate lidarxistin. Livir di destpêkê de hêzên me diçin dikevin mevziyên dijmin, dagirkerên heyî tê kuştin û her wiha mevziyên heyî bi temamî tên îmhakirin û tê şewitandin. Dagirkerên ku dixwazin birevin, xwe di tûnelan de veşartine li wan jî tê xistin . Di encama vê çalakiya heyî de 6 çeteyên dagirker tê kuştin û 9 çeteyên dagirker jî birîndar dibin. Di heman demê çeka doçka 14’ê nîv jî tê îmhakirin. Ji ser cenazeyên dijmin 2 çente, 1 Telefon, 1 saet û her wiha belgeyên dagirkeran tên desteserkirin.
Di encamê van çalakiyan de bi giştî 1 Leşkerê Tirk û 8 çeteyên dagirker tê kuştin û her wiha 3 leşkerê Tirk û 9 çeteyên dagirker birîndar dibin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
22’ê Tebaxa 2024
:Vîdyoyê bi lînka jêrîn temaşe bikin
t.me/HRE_official_kurdish/1110