استشهاد احد رفاقنا الشهيد عارف راشكيلو

Em hevrêyê xwe Deştî bi rêzdarî bi bîr tînîn
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Hevrêyê me Deştî Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 28’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Hevrêyê me Deştî Efrîn bi navê xwe yê rast Arif Reşkilo di malbatekî xwedan welatparêz û bi tevlîbûna nava refên azadiyê ve tên naskirin li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Di destpêkirina Şoreşa Rojava re çalak tevlî xebatan bû. Ji şerê Helebê heta Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi hestên welatperwerî û xwedan wijdan bi erk û wezîfeya xwe yê mirovî rabû. Bi taybetî piştî ku di sala 2018’an de Efrîn li pêş çavê cîhanê bi konseptekî taybet a giştî ve hate dagirkirin, bêyî ku raweste xwe di her waran de tanzîm kir, cihê ku tê da kêm û lawaz dima xwe perwerde kir, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da çeperên şer. Ji roja ku tevlî nava refên me bûye heya van kêliyan jî hevrê yê me rixmê hemû kêliyên zor û zehmetiyan jî li kêleka hevrê û hogirên xwe şerê azadî û serxwebûna welat da meşandin. Li her devera ku çû û kar da meşandin bi hezkirin û hevaltiya xwe yê rast û ji dil ve hate hezkirin. Hemû erk û wezîfeyên ku jê re hate diyarkirin bi şêwaz û tempoyekî bilind bi ser da çû, xwe ti deman ji erkên jê ra hate diyarkirin neda milekî û pêşengtî ji hevalên kêleka xwe re kir.
Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya Deştî Efrîn û ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Deştî
Nav û Paşnav: Arif Reşkilo
Navê Dayikê: Meqbule
Navê Bav: Arif
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 28’ê Nîsana 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê
30’ê Nîsana 2024

زر الذهاب إلى الأعلى