قواتنا نفذت عمليات واسعة ضد جنود الاحتلال التركي ومرتزقته في قرية باصله /باصلحايا التابعة لناحية شيراوا بريف مدينة عفرين المحتلة

Ji çapemenî û raya giştî re

Ji gava dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên cîhadîst ên dewleta Tirk wan xwedî dike, Efrîn dagir kirin, li ser gelê me polîtîkayeke qirkirin û komkujiyê dimeşînin. Hêzên dagirker ên bi sedhezaran mirovên me ji cih û warên wan derxistin, timî êrîşî gelê me dikin. Dijminê bi hezaran mirovên me qetil dike, her roj êrîşî nirxên me yên pîroz dike û heqaretê li wan dike. Dagirker û çeteyên wan ên li hember Kurdên li Efrînê û gundên wê dijîn polîtîkaya qirkirinê dimeşînin, sûcê li dijî mirovatiyê dikin. Mirovên li wan deveran dijîn ku didin revandin, hewl didin bi derûniyeke tirsê mirovên me bêdeng bikin, wan bixin nav tirs û xofê. Dagirkerên ligel wan hemû pêkanînan, darên zeytûnan ên sedsalî û çavkaniya debarê ya xelkê me ye dibirin, qetlîama xwezayê jî pêk tînin û bi vî rengî gelê me bênefes dihêlin.
Dagirker tenê ne li Efrînê, li hember gelê me yê ji Efrînê koçber bûye jî êrîşan pêk tînin. Gelê me yê koçî derdora Heleb û Şehbayê bûye jî ligel êrîşên çeteyên cîhadîst, rastî bomberdûmana bi topan û balafiran jî tên. Di encama van êrîşan de bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dane.
Dîsa di wan demên dawî de li hemberî qadên gelê me lê dijî, êrîşên dijmin zêde bûne. Bi taybet ji ber êrîşên hewayî zarok û jin jî di nav de bi dehan mirovên me şehîd ketine.
Ev komkujî ku li ber çavên hemû cîhanê pêk tên, ti hêzek li hember van êrîşên dagirkeran dengê xwe dernaxe. Em jî weke hêza parastinê ya gelê xwe, li hember êrîşan bêdeng namînin û çalakiyên xwe yên tolhildanê pêk tînin. Di çarçoveya van çalakiyan de, 30’ê Çileyê şervanên me li hember baregehek artêşa dagirker ya li gundê Basilê ya navçeya Şêrawa, çalakiyeke fedaiyane û berfireh pêk anîn. Hevalên me yên bi biryardariyeke mezin çûne ser dijmin, derbên giran li hêzên dijmin xistin.

Di encama vê çalakiyê de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 8 leşker û 17 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 1 doçka, çeperek çekên giran û 2 kamerayên mobese hatin îmha kirin, 18 çeper jî hatin rûxandin.

Di vê çalakiyê de 5 rêhevalên me bi awayek fedaiyane çûn ser dijmin, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete. Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê
01 Sibat 2024

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/950

زر الذهاب إلى الأعلى