استشهاد احد رفاقنا الشهيد برفين عفرين

Ji Çapemenî û Raya Gîştî re
Hevrêya me Berfîn Efrîn di çarçovaya Qonaxa Dûyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê dibe. Ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe bi taybetî jî ji bo ku bibe dengê qêrîna zarokên Efrîna dagirkirî di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû


Hevrêya me Berfîn Efrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Li bajarê Efrînê di nava malbateke xwediyê çanda kevnar de mezinbûyîn, di lêgerînên hevrê Berfîn de roleke diyarker dileyze. Ev kevneşopî di sekna hevrê Berfîn de hetanî dawî jî zindîbûna xwe parast. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelek keç û xortên dil wêrek ji bo ku ax û welatê xwe biparêzin, bê rawestan herikîn nava refên şoreşê. Bi vê biryardariyê hevrêya me Berfîn di sala 2014’an de tevlê nava refên şoreşê dibe.
Rêhevala me Berfîn ji roja tevlê bû, heta kêliya şahadeta xwe jî bi hêrsa tolhildana ax û welatê xwe di eniyên herî pêş yên meydana cengê de têkoşiya. Di her kêliya jiyana xwe de bi rêhevaltiya xwe ya bê emsal re di dilê her hevaleke xwe de cih girt. Bi taybetî him di warê birdozî û leşkerî him jî di xeta jina azad de xwe kur kir, di her kêliyên jiyana xwe de bû xwedî sekneke çalak. Zanebûn û jîrbûyîn ji bona hevrê Berfîn bû parçeyek ji jiyana wê ya tekoşîna azadiyê

Şoreşê di hindirê xwe de gelek şoreşgerên mezin afirandin, şoreşgeran jî di hindirê şoreşê de gelek şoreş afirandin. Şoreşgertiya demê di şexsê dildarên mîna Berfîn de bi hemû zelaliya xwe ve pênaseya doza azadiya gelan dike


Dewleta Tirk a dagirker a ku tû caran hebûnê şoreşa jin hezim nekir, bi hemû rûreşiya xwe ve di sala 2018’an de berê tang, top û teyareyên xwe dan Efrîna rengîn. Rastiya gelê şoreşger ji bo her bihûstek axa welat zarokên xwe feda dike. Hevrêya me Berfîn Efrîn jî li ser bingehê rastiyeke wiha di çarçovaya Qonaxa Dûyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li hemberî dewleta Tirk a dagirker bê rawestan tekoşîn kir. Rêhevala me Berfîn di nava Yekineyên Şehîd Avesta de weke jineke ciwan ji rêhevalên xwe re bi dilsoziyeke mezin bû çavkaniya vîn, hêz û baweriyê. Rêhevala me Berfîn di hemû çalakiyên ku hatine lidarxistin de bi awayekî herî çalak ji me re bû pêşeng, bû fermandar. Ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe bi taybetî ji bo ku bibe dengê qêrîna zarokên Efrîna dagirkirî di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû


Di serî de em ji malbata hêja ya hevrê ye xwe Berfîn û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em weke rêhevalên hevrê Berfîn soz didin ku emê bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin da ku çavnebar tû caran li ser vê xakê bi rihetî nejîn. Wê hêvî, bawerî, vîn û herikîna bê rawestan di şexsê şoreşgerên vî welatî de serkeftinê mîsoger bike


Nasnameya pakrewana me wiha ye
Nasnav: Berfîn Efrîn
Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrîn / 19’ê Mijdara 2023
21’ê Mijdara 2023
Hêzên Rizgariya Efrîn

زر الذهاب إلى الأعلى