استشهاد احد رفاقنا الشهيد عكيد عفرين

Em rêhevalê xwe Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji Çapemenî û Raya giştî re
Hevrêyê me Egîd Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de beşdarî kar û xebatan bû, di roja 20’ê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû
Hevrêyê me Egîd Efrîn ku bi navê xwe yê Rast Salih Reşît ve tê naskirin, li bajarê berxwedana serdemê, li Efrînê ji dayîk dibe. Bi destpêkirina alozî û qeyrana Surî ve gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ji bo azadî û serxwebûnê xwe rêxistin kir, di berdêla vê yekê de jî hîn ji destpêka şoreşa Bihara Gelan de, keç û lawên xwe yên herî bijarte û bi nirx di oxira şoreşa mirovahiyê de kirin xelat. Bajarê me Efrîn jî yek ji wan bajarane ku ji berê de di warê welatparêzî, hezkirina ji welat û xwe bûyînê de tê naskirin. Hevrêyê me Egîd Efrîn jî bi vê çanda berxwedêrî û tekoşînê ve mezin dibe. Jiyana wî bi serpêhatiya qehreman û fedayên azadiyê re teşe digre. Li ser vê bingehê hevrê Egîd ji bo xwe soz dide ku ew jî bibe ewladekî herî kêrhatî ku ji bo doza gelê xwe û mirovahiyê têbikoşe. Li ser wan esasan di sala 2014’an de heval Egîd tevlî nava refên YPG’ê dibe, di xebatên cûr be cûr de erk û wezîfeyên girîng digre ser milê xwe, bi layîqî jî hemû erkên ku pê rabûye pêk tîne. Cih hatiye bûye fermandar, cih hatiye bûye şervan, di her warî de xwe perwerde kir û li ser vê bingehê tevlîbûneke rast û têrker di jiyan û sekna xwe de, da raberkirin. Bi taybetî di pêngava rizgarkirina Şehba de, di êrîşên dagirkeriya li ser bajarê Efrînê, hevrê Egîd li refên herî pêş mil bi mil li kêleka hevalên xwe, li hemberî dagirker, xayîn û dijminê welatê xwe, têkoşîn û berxwedaneke bê hempa da raberkirin.
Di sala 2018’an de dema ku bajarê Efrînê hate dagirkirin, hêrs û kîneke mezin di dil û mejiyê hevrê Egîd de da avakirin. Li ser vê bingehê xwest bibe bersiv ji êş û elema gelê xwe re. Ji bo wê berê xwe da nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê
Rêheval Egîd ji roja ku tevlî nava refên me bûye heta kêliya ku giha asta şehadetê, di gelek xebatên HRE de cihê xwe bi awayekî aktîf girt. Di nava her awayî şert û mercan de xwe neda paş û sekneke dilwêrek raber kir. Di warê îdeolojîk-leşkerî de asteke xurt di xwe de avakir. Bû kesayeta mînak a jiyana rast û şerkeriya ku dibe bersiv ji gelê xwe re. Di nava rêhevalên xwe de bû hevalekî mînak. Ji hevrêyên xwe re pêşengiyeke mezin kir. Bi jîr û zanebûna xwe, bi dilnizmî û rêzdayîna xwe, mîna derwêşan jiyan kir. Bi israr û baweriya rizgarkirina bajarê Efrînê ji destê dagirkeran, bi coş û kelecaneke mezin jiyan kir.
Weke şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê malbata me ya hêja ya rêheval Egîd Efrîn, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din diyar dikin ku emê bi lehengên mîna Egîd Efrîn û Zîn Sekvanan, bajarê xwe ji dagirker û nokeran rizgar bikin. Mîrateya ku me ji şehîdên xwe girtî, wê her dem rêya zafer û serkeftinê nîşanê me bide

Nasnameya pakrewanê me wiha ye
Nasnav: Egîd Efrîn
Nav û Paşnav: Saleh Reşîd
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Wehîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 20’ê Cotmeha 2023
 
Hêzên Rizgariya Efrînê


22 Cotmeha 2023

t.me/HRE_official_kurdish

زر الذهاب إلى الأعلى