استشهاد احد رفاقنا الشهيد شيار شهبا

Em rêhevalê xwe Şiyar Şehba bi rêzdarî bibîr tînin
Ji Çapemenî û Rayagiştî re
Hevrêyê me Şiyar Şehba ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 5’ê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Ji dîrokê û vir ve bi rê û rêbazên cûda ve her demê êrîş û polîtîkayên dijmin ên li ser gelê me xwe daye der. Hevrêyê me Şiyar, ji gundê Cobê ya girêdayî Şehbayê ji dayik dibe. Li cihê ku hevrêyê me ji dayik bûye jî bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dijminê qirker xwestiye ku nasname û hebûna Kurdên azad ji holê rabike, gelê me xwe înkar bike û bibe biyaniyên nasname û çanda xwe da ku bi temamî hebûna xwe wenda bike. Lê malbata hevrêyê me Şiyar di zanebûna van polîtîkayên dijmin de mezin bûne. Bi dilsoziya hezkirina ji nasnameya xwe ya Kurdîtiyê û hezkirina axê ve girêdayî zarokên xwe jî mezin kirine, xwe li hemberê dijmin heya radeyekî parastin û bi vî rengî bersiva pêwîst li hemberê van hişmendî, siyaset û polîtîkayên qirêj dane. Hevrêye me Şiyar di malbatekî wisa de ya ku bi çanda Kurdîtiyê xwe parastiye, mezin bû. Hevrê Şiyar di temenê xwe yê ciwantiyê de bi taybetî ji ber tevlîbûna di nav têkoşîna azadiyê ya xizmên xwe, ew jî bi dilsozî û hezkirin û xwedî derketina li ax û rumeta gelê xwe û tolgirtina êş û azara gelê xwe biryar da ku bibe şopdarên egîdên vê axê û parazvanê gelê xwe. Bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê ya sala 2018’an de hevrê Şiyar jî di dil û wijdanê xwe de van êrîşên ku li ser gelê me tên kirin qebûl nake, berê xwe dide nava refên hêzên me. Ji sala 2018’an vir ve rêheval Şiyar bi rol û mîsyonekî mezin erk girt ser milê xwe, di cih û demên cûda de bêteredût xebat da meşandin. Di serî de di warê naskirin û ketina ferqa nasnameya xwe yê Kurdîtîyê û armanca êrîşên dijmin ku li ser gelê me tê kirin baş nas kir. Hevrê Şiyar piştî Berxwedana Serdemê ya Efrînê pêwîst dît ku di aliyê bîrdozî de kurkirin û leşkerî de pêşketinek ava bike ji perwedeyeke bingehîn derbas bû û bi serkeftî xilas kir. Di nava hevrêyên xwe de bû rêhevalekî ku zû were qebûlkirin û hezkirin. Coş û morala wî ya di jiyanê de, bi tevlîbûna xwe ya her erkê ku hilgirtiye ser milê xwe ve, di hemû waran de cihê xwe di nava dil û mejiyê hevreyên xwe de neqişand.
Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê soza ku me dabû gelê xwe yê Efrînê ji bo rizgarkirina bajarê zeytûnan ji destê dagirker û xayînan, bi beşdariya kesayetên dilwêrek ên mîna rêheval Şiyar her ku diçe bilindtir dibe û em ê bi hevrêyên leheng mîna Şiyaran serkeftinê misoger bikin.
Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Şiyar û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em wek rêhevalên wan diyar dikin ku em ê hîn bêhtir têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin û teqez em ê xeyalên wan yê azadiyê pêk bînin.

Nasnameya pakrewanê me wiha ye:
Nasnav: Şiyar Şehba
Nav û Paşnav: Welîd Kilî
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 5’ê Cotmeha 2023

Hêzên Rizgariya Efrînê

زر الذهاب إلى الأعلى