استشهاد احد رفاقنا الشهيد ايريش زيارت

Rêheval Êrîş di dil û mejiyê xwe de şoreşa biratiya gelan pêk anî
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Êrîş Ziyaretê ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cihê xwe di nava refên HRE de girt, dema li ser erk û wezîfeya xwe bû, li herêma Efrînê di roja 15’ê Tebaxê de di esnayê çalakiyekê de giha asta şehadetê. Di serî de malbata hevrê Êrîş, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û wek hevrêyên wan ên cengê em soz didin ku tola şehîdên xwe li erdê nehêlin


Hevrêyê me Êrîş Ziyaretê bi navê xwe yê rast Beşar Ehmed ku ji pêkhateya Ereb e, li navçeya Şêrawa ya girêdayê bajarê Efrînê, ji dayîk dibe. Di temenê xwe yê ciwan de tekoşîna azadiyê naskir û bû dildarê rêya azadiyê. Li ser vê bingehê çawa ku şoreşa Rojava di nava demek kin de veguherî şoreşa tevahî mirovahiyê, pêkhateyên herêmê jî hebûna xwe di vê şoreşê de dîtin. Li ser vê bingehê li dijî hovîtiya hêzên çete yên ku Sûriye wêrankirin, berê keç û lawên xwe dan nava refên şoreşê. Bi vî rengî dilsoziya xwe ya bi şoreşê re raberkirin


Hevrê Êrîş jî wek ciwanekî Ereb li hemberî her awayî kiryarên dijmirovî yên hêzên çete, bi taybetî jî li hemberî dagirkeriya Tirk, şahidî ji berxwedanî û çîrokên bê hempa yên şoreşa Rojava re kir. Li ser vê bingehê, bi taybetî jî piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarê Efrînê re, soz da ku ewê bide ser şopa şehîdan û xaka xwe ji destê dagirker rizgar bike. Dagirkirina Efrînê di dil û mejiyê rêheval Êrîş de kîn û hêrseke mezin da avakirin. Bi vê hêrsa tolhildanê biryar da ku tevlê nava refên me yên Hêzên Rizgariya Efrînê bibe


Wek HRE soza ku me dabû gelê xwe yê Efrînê ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê ji destê dagirker û xayînan, bi beşdariya kesayetên dilwêrek mîna rêheval Êrîş bilindtir dibe. Em bi beşdariya lehengên mîna hevrê Êrîş ku di heman demê de nîşaneya bihevrêtiya gelê Kurd û Erebe şanaz dibin. Rêheval Êrîş ji roja ku tevlî bûye heya kêliya şehadeta xwe bi israr û biryardariya ku ewê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin, bi fedekarî û cesareteke mezin tevlê hemû kar û xebatan bû. Di nava jiyanê de, bi taybetî jî di warê leşkerî de di gelek aliyan de bû xwedî ked û sekneke mînak. Bi coş û kelecaneke mezin di warê branşên leşkerî de, bi taybetî jî di warê çeka sekvaniyê de xwe pêş xist û xwe bi çeka xwe re kir yek. Bi germbûn û dilnizmiya xwe ya nava jiyanê de, cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de çêkir. Ruxmê ku temenê xwe ciwan bû jî, lê berpirsyartiya xwe ya li hemberî erkên demê xurt bû. Ji bo wê di nava refên me de di nava demek kin de xwe avakir û bi awayek çalak tevlê jiyanê bû. Wî di dil û mejiyê xwe de şoreşa biratiya gelan pêk anî


Di serî de malbata me ya hêja ya Hevrê Êrîş Ziyaretê, em careke din sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Wek rêhevalên şehîd Êrîş em vê yekê diyar dikin ku dema her rêhevalek me şehîd dikeve, ji bo me tê wateya ku em di dil û mejiyê xwe de wî mezintir bidin jiyankirin. Teqez xeyal û armancên wan ên nîvço mayî, ala rizgariyê ya ku wan dewrê me kir, wê her li ba be, teqez emê serkeftinê diyarî gelê xwe bikin


Nasnameya pakrewanê me wiha ye
Nasnav: Êrîş Ziyaretê
Nav û Paşnav: Beşar Ehmed
Navê Dayikê: Fikiriye
Navê Bav: Zuhêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 15’ê Tebaxa 2023
Hêzên Rizgariya Efrînê
23’ê Tebexa 2023


زر الذهاب إلى الأعلى