استشهاد احد رفاقنا الشهيد جان شير شيروا

Em hevrêyê xwe Canşer Şêrewa bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevalê me Canşêr Şêrewa li herêma Efrînê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de erkdar bû û xebatên xwe dida meşandin, di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker ya 14’ê Puşperê bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mûdaxeleyan di 20’ê Puşperê de gihîşt asta şehadetê.

Hevalê me Canşêr li navçeya Şêrewa ya Efrînê ji malbatek welatparêz ji dayik bû û bi bandora malbat û derdora xwe bi çanda welatparêziyê mezin bû. Rêhevalê me yê ku mirov dikare bêje di salên destpêkê yên şoreşa Rojava de zarok bû, di dema dagirkirina Efrînê de ji bo armancên dijmin ên li dijî gelê me emrê xwe yê fêmkirinê de bû. Di sala 2020’an de di tevlîbûna wî ya di têkoşîna me ya li dijî dagirkeran de, asta hişmendiya welatparêzî û bandora kîn û hêrsa wî ya li hember dijmin bandor bû. Ji ber avahiya xwe ya ciwan û dînamîk di perwerdehiyê de zehmetî nekişand, berovajî wê bandorek erênî li kanalîzekirina têkoşînê kir û veguherand hêzek mezin. Bi beşdarbûna çalakiyên li Efrînê û derdora wê, ji bo ku şerê xwe di pratîkê de xurt bike, ezmûn bi dest xist. Keda wî û tevlêbûna wî ya aktîf di jiyanê de ji aliyê hevalan ve hate dîtin û teqdîrkirin. Tevî ku şehadeta wî bandor li ser me rêhevalên wî kir jî, em ê jiyan û helwesta wî ya li dîjî dagirkeran bikin bingeha sedema tekoşîna xwe.

Weke Hêzên Rizgariya Efrînê em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bimeşin, jiyan û tekoşîna wan bi nirx di her kêliya jiyana xwe de serwer bikin. Di serî de malbata hêja ya hevalê me yê şehîd û tevahiya gelê me yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Canşêr Şêrewa

Nav û Paşnav: Ehmed Îbo

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn | 20’ê Puşpera 2023

Hêzên Rizgariya Efrînê

22’ê Puşpera 2023

زر الذهاب إلى الأعلى