استشهاد احد رفاقنا الشهيد ريزكار و روجهات
Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalên me Rizgar û Rojhat ên ku li herêma Efrînê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de wezîfedar bûn û xebatê xwe dimeşandin, di 14’ê Puşperê de di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de gihîştin şehadetê.
Efrîna ku yek ji herêmên me ye ku xwedî hesta welatparêziyê xurt e, di pêşxistina Tevgera Azadiya Kurd û xwedîderketina li wê de berpirsyariyeke mezin girt ser xwe. Bi hezaran lehengên gelê me yê Efrînê ji bo doza Kurdistanê li seranserê welat li dijî dagirkeran têkoşiyan û dema pêwîst be berdêl dan. Di 10 salên dawî yên şoreşa Rojava de jî peywira xwe ya pêşeng a parastina kevneşopiya berxwedanê bi layiqî bi cih anî. Gelê me yê welatparêz ê Efrînê li xaka ku ji Dêrikê heta Helebê dirêj dibe, bûne parêzvanên têkoşîna azadiyê. Gelê me yê ku bi awayekî xurt bi azadiyê ve girêdayî ye, ti carî bi xwedîderketina li bîranîna bi deh hezaran şehîdan dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Heta ku ew bigihêjin azadiya xwe dest ji têkoşînê bernedan. Rêhevalên me Rizgar û Rojhat ku du ji ewladên leheng ên gelê me ne ku xwedî kevneşopiyeke kûr a berxwedanê ne, di nava xelekên xurt ên vê kevneşopiya berxwedanê ne.
Hevalê me Rizgar di sala 2015’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku li Efrînê û derdora wê zêde bûbûn, cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Di salên 2016 û 2017’an de gelek caran beşdarî tevger û çalakiyên li dijî komên çete yên wê serdemê bû û xwe weke şervanekî pêş xist. Ji bo ku bibe jêhatî û xwe di şervantiyê de pêşde bibe, perwerdehiya pîşeyî ya branşan bi serkeftî derbas kiriye. Piştî dagirkirina Efrînê kîn û hêrsa wî ya li hemberî dijmin hîn bi zêdetir bû û bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên me yên li dijî dagirkeran bû. Heta kêliya ku gihişt şehadetê bi hesteke mezin erka xwe bi cih anî.
Hevalê me Rojhat, weke kurê malbateke welatparêz a Efrînê, dagirkeriya li ser xaka xwe qebûl nekir û bi awayekî çalak sala 2020’an beşdarî têkoşîna me ya azadiyê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû. Hevalê me Rojhat jî weke hemû rêhevalên me her tim xwe li hember gelê xwe deyndar hîs kiriye û tevgeriya ye, ji bo gelê xwe vegera li ser xaka Efrînê kedek mezin da. Hevalê Rizgar ku pê re şehîd bû, bi hev re bi şêwazekî kolektîf xebatên hevpar meşandin û bû xwediyê pratîkên serkeftî.
Em di şexsê hevalên xwe Rizgar û Rojhat de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ku nîşan dan ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ji dagirkeran û hêviya jiyana azad tenê bi têkoşîneke mezin a şoreşgerî pêkan e. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û hêvîyên wan bi teqez pêk bînin.
Nasnameyên pakrewanên me wiha ne:
Nasnav: Rojhat Bêkes
Nav û Paşnav: Kawa Hesen
Navê Dayik: Sîham
Navê Bav: Farûq
Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrînê | 14’ê Puşpera 2023
Hêzên Rizgariya Efrînê
17’ê Puşpera 2023