استشهاد احد رفاقنا الشهيد محمود إبراهيم

Em rêhevalê xwe Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê a Efrînê de têkoşîna me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome. Rêhevalên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn di roja 15’ê Nîsanê de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
Di sala 2011’an de dema ku li tevahiya Sûriyê li hember rejîma BAASê serhildana gelan çêbû, li Rojavayê Kurdistanê jî gelê Kurd bi pêşengtiya ciwanên şoreşger yek bi yek bajarên xwe rizgar kirin. Hema hema kesê ku ji bayê şoreşê bandor nebû nemabû. Rêhevalê me Cîlo jî ji bajarê Efrînê ya warê berxwedanê ye, di sala 2012’an de dema ku YPG hîn gavên destpêkê yên avakirinê diavêt li herêma Efrînê tevlî YPG’ê bû. Şerê YPG yê li dijî komên çeteyan wek DAIŞ û El Nûsra de rêheval Cîlo jî di pêngava rizgarkirina Şehbayê û hawîrdorên wê de cîh girt. Yek ji berxwedana meya li dijî dagirkeriyê berxwedana Efrînê ye ku 58 roj ajot, hevrê Cîlo di vê berxwedanê de di eniyên pêş de cîh girt. Rêheval Cîlo tevî ku zewicî ye û bavê 3 zaroka ye lê bo parastin û ewlehiya herêmê rewşa malbatîyê nekir asteng. Piştî dagirkirina Efrînê jî ji bo rizgarkirina cihê lê çêbûyî, mezin bûye û careke din vegerê li ser axa Efrînê di perwerdehiyê de xwe kur kir. Di asta fermandartiyê de xwe pêş xist. Gelê me yê Efrînê ku koçî Şehbayê û herêmên din bûne ji nêz ve dît û êşa wan ji dil da hîs kir. Berpirsyartiya hevrê Cîlo hem li hember welat hem li hember gel hem jî li hember şervanê xwe hebû. Ji ber wê di kar û xebatên xwe de wek kesayetê ku girtibû de tîtîz û pak bû. Ji her erkê re vekirî bû û ti car dûdilî jiyan nekir.
Rêheval Xabûr Efrîn wekî her mirovekî welathez û bi axa xwe girêdayî bi ramanên azad bandor dibe û dema ku Efrîn tê dagirkirin ji bo kîn û hesabpirsîna ji dagirkeriyê tevlî nava refên me dibe. Bi îradeya ji pola yê ku tu carî hemberî dagirkeriyê teslîmetê qebûl nake û bo vegera li Efrînê di berxwedanê de israr dike. Rêheval Xabûr wezîfeya destpêkê rêheval Xabûr ew bû ku li pêş gelê xwe vegera Efrîna azadkirî bû. Di temenên xwe yên ciwan de bi armancên mezin kesayetek avakir û erkên mezin girt ser milê xwe lê şehadeta wî zû bû. Em ê teqez armancên wê pêk bînin ku bi hevrêyê xwe ra heman xeyalî dijîn.
Em di serî de malbatên hêja yên rêhevalên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn re û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Cîlo Baliya
Nav û Paşnav: Mehmûd Îbrahîm
Navê dayik: Emîne
Navê bav: Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023

Nasnav: Xabûr Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023
Hêzên Rizgariya Efrîn
16 Nîsan 2023

زر الذهاب إلى الأعلى