استشهاد احد رفاقنا الشهيد سرحد عفرين

Em rêhevalê xwe Şêrhat Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û rayagiştî re
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê a Efrînê de têkoşîna me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome. Rêhevalê me Şêrhat Efrîn di roja 20’ê Çileya 2023’an de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Gelê me yê Efrînê bi nasîna Tevgera Azadiyê re di xweparastinê de xwe rêxistin kir û li hember her êrîşên dagirkeran de ji bo parastina hebûna xwe têkoşiya. Pêşengtiyê ji şoreşa Rojava re kir û ji bo xwedîderketina destkeftiyên bi nirx ên şoreşê çi pêwîst bike kir. Bi hezaran ewladên xwe yên leheng ku li ser xeta berxwedanê mezin kirin, ji bo xurtbûn û parastina Şoreşa Rojava de şehîd dan. Di nasîna Şoreşa Rojava de û belavbûna cîhanê de roleke mezin lîstin û mohra xwe dîrokê dan.
Rêhevalê me Şêrhat di sala 2022’an de ji warê ku lê hatiye dinê, Efrînê di temenê ciwantiyê de tevlê nava refên hêza me bû, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlîbûyînek çalak çêkir. Ji dijminê gelê xwe, dewleta Tirk a dagirker ku cihê lê hatiye dinê dagirkiriye hesap bipirse û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê re ji nû ve vegera gelê xwe re erka pêşengtiyê girt li ser milê xwe. Di demê xwe yê şoreşgertiyê de ji bo xwe pêşbixe gelek hewl da, xwe perwerde kir. Di gelek milan de xwe pêşxist û jiyanî kir. Di nav rêhevalên xwe de hat hezkirin ku kedkar û rêhevalek dilnizm bû.
Bîranîna şehîdên me yên leheng wê di doza me ya pîroz û di têkoşîna me ya azadiyê de hertim bêne bîranîn. Me soza ku daye şehîdan careke din di şexsê rêhevalê nemir şehîd Şêrhat de dûbare dikin ku armanca wan teqez bê biserxistin. Li ser vê bingehê bila serê malbata welatparêz ya hêja ya rêhevalê me yê şehîd, serê gelê me yê Efrînê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê sax be.

Hêzên Rizgariya Efrînê

22’ê Çileya 2023

 

زر الذهاب إلى الأعلى