استشهاد احد رفاقنا الشهيد جان فيدا

Em rêhevalên xwe Canfeda û Zînal bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û rayagiştî re
Rêhevalên me Canfeda û Zînal Raco di roja 20’ê Kanûnê de dema li ser erka xwe bûn şehîd ketin.
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de têkoşîna meya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Herêma Efrînê didomin. Erdnîgariya ku ketiye bin dagirkeriyê ji bo rizgarkirina wê têkoşînekê bêeman tê meşandin û berdêla wê jî mezin e. Ji bo Efrînekî rizgarkirî û aram bi hezaran lehengên me bûn cangorî. Rêhevalên me Canfeda û Zînal jî ji bo azadiya gel û welatê xwe cihê xwe eniya herî pêş de girtin. Li hember dagirker û qirkerên gelan bûn mertalên gelê xwe. Rêheval Canfeda û Zînal ên ji herêma Efrînê ne, dizanîbûn ku encax bi sekna şoreşgerî û têkoşînekê baş bê kirin dikare li hember van dagirkeran bê sekinandin. Her du rêhevalên me jî ji roja tevlî refên me bûn û heta keliya şehadetê jî li ser vê zanebûnê tevlî bûn û ji bo me bûn mînakên şoreşgerên demê.
Em serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîd Canfeda û şehîd Zînal û gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Me soza ku daye şehîdan careke din dûbare dikin ku emê xewn û xeyalên şehîdên xwe û gelê xwe bicîh bînin, tekoşîna xwe bi azadiya mayînde tacîdar bikin.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Canfeda
Nav û Paşnav: Ciwan Reşîd
Navê Dayikê: Hesret
Navê Bav: Mihemed Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Kanuna 2022

Nasnav: Zînal Raco
Nav û Paşnav: Hemûdê Osman
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Loqman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Kanuna 2022

Hêzên Rizgariya Efrînê


21’ê Kanuna 2022

زر الذهاب إلى الأعلى