استشهاد احد رفاقنا الشهيد دل سوز شيروا

Em hevrêyên xwe Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran bi rêzdarî bi bîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta jenosîda gelê Kurd de di şeva 19’ê Mijdarê ve bi balafirên şer û keşfê, bi tang û topên xwe bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Ev êrîşên wan ne tenê li hember hêzên leşkerî bi taybet gelên me yên sivîl dike hedef. Sazîyên ku xizmeta mirovan dike ên wek nexweşxane, dibistan, cihên tendûrîstiyê, bax û baxçeyên gelên me, binesazîyên herêmê bi giştî daye ber xwe û êrîşan li dar dixe. Di encama van êrîşan de li kêleka zirarên maddî bi xwe ra pirsgirêkên mezin ên mirovî ava dike.
Di roja 20’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehbayê û Efrînê gelek gund û navçeyên van herêman kirin armanc û bi balafirên şer û keşfê lê dan. Hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran ên parastina herêmê de li ser erka xwe bûn, bûn armancên êrîşên balafirên şer û gihîştin şehadetê.
Hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran ku di demên cûda de tevlî hêzên me bûn, her yek ji wan ji bajarê Efrîna rengîn a bi welatparêzîyê xwe tê nasînê ne. Hevrêyên me bi hestên bilind ên welatparêzîyê û hezkirinên xwe yên welat kesayetek şoreşger avakirin. Sebeba tevlîbûna sereke a 5 hevrêyên me jî serî de bajarê Efrînê û cihên din ji bin dagirkerîya dewleta Tirk a dagirker rizgarkirin bû. Ji ber ku gel û welatê te bindest û dagirkirî be tenê rêyek ji mirovên xwedî şeref û namus re dimîne: Ewj jî heta dawîyê li hember dagirkeran têkoşîneke şoreşgerî ye. Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de her 5 hevrêyên me jî di vê çarçoveyê de bi dil û can tevlî têkoşîna azadîyê bûn. Heta kêlîya dawî wek her xeyalên şoreşger û gelên me di welatekî azad de jiyaneke aram bû.
Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku di şexsê hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran de em ê têkoşîna afirandina welatekî azad û jiyana hevbeş a gelan ku armanca şehîdan bû, heta dawiyê dewam bikin. Em sersaxiyê serî de malbatên xwe yên hêja ên şehîdan û gelên me yên welatparêz ra dixwazin.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Xelîl Cindirês
Nav û Paşnav: Zeîm Reşo
Navê Dayikê: Nezîra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022
Nasnav: Çayan Efrîn
Nav û Paşnav: Şiyar Silêman
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Evdilezîz
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022
Nasnav: Brusk Efrîn
Nav û Paşnav: Abdulah Îsa
Navê Dayikê: Hemîda
Navê Bav: Abdulhenan
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022
Nasnav: Dilsoz Şêrawa
Nav û Paşnav: Mihemed Hisên
Navê Dayikê: Nazlîyê
Navê Bav: Behrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022
Nasnav: Baran Efrîn
Nav û Paşnav: Mistefa Mistefa
Navê Dayikê: Necla
Navê Bav: Sebrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022
Hêzên Rizgariya Efrînê
24’ê Mijdara 2022

زر الذهاب إلى الأعلى