نفذت قواتنا عمليتين انتقاميتين في 20 نوفمبر / تشرين الثاني.

Ji çapemenî û raya giştî re
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe ye ku bê navber li hember heremên me didomîne, di rojên dawî de bi êrişên hewayî hîn zêdetir kiriye. Di van êrişên hewayî ku du roj in berdewam dikin de bi piranî cîhûwarên welatiyên sivîl tên hedef girtin û di encamê van êrişan de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li hember van êrişan ji aliyê hêzên me vê di roja 20ê Mijdarê de du çalakiyên tolhildanê hatin lidar xistin.
Çalakiya yekemîn li hember qereqola Oncupinar a polîsên taybet (POH) hat lidar xistin. Di encamê vê çalakiyê de 1 jê komîser 3 POH hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Çalakiya duyemîn li herema Marê li hember qaîdeya Dabiq hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
21ê Mijdarê 2022

زر الذهاب إلى الأعلى