أسفرت عملية خاصة وقعت في منطقة مارع عن مقتل رقيب وإصابة أحد أفراد العصابة.
Ji çapemenî û raya giştî re
Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker di navbera rojên 10 û 16’ê Cotmehê de çalakiyên bersivdayînê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di roja 10’ê Cotmehê de di encama çalakiya taybet ya ku li herema Marê hat lidar xistin de serçeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Di heman rojê de li ser rêya Cindirêsê, di encama çalakiyek de 2 çete birîndar bûn.
Di roja 11’ê Cotmehê de, li herema Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 12’ê Cotmehê de, li heremên Efrîn û Babê li hember çar baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên taybet hatin lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha seyareyek doçka hat ruxandin.
Di heman rojê de li herema Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin. Seyareyek jî hat derbkirin.
Di roja 14’ê Cotmehê de, li gundê Kefercanê ya herêma Efrînê, lihember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 1 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 16’ê Cotmehê de, li herema Efrînê di encama çalakiyek de seyareyek girêdayî çeteyên dagirker hat rûxandin.
Di van çalakiyan de bi giştî 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û yek ji wan serçete 7 çete hatin kuştin, 1 leşker û 3 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
18 Cotmeh 2022
https://t.me/HRE_official_kurdish