مقتل ٥ من الشرطة العسكرية التركية في مدينة الباب
Ji çapemenî û raya giştî re
Li dijî êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember heremên me tên lidar xistin, çalakiyên me yên bersivdayînê berdewam dikin. Di rojên 1 û 4’ê Cotmehê de li heremên Bab, Marê û Şerewa çalakiyên bersivdayinê hatin li dar xistin.
Di roja 1’ê Cotmehê de, li herêma Babê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 5 endamên artêşa Tirk a dagirker (POH) hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha seyareyek zirxî jî hat ruxandin.
Di roja 4’ê Cotmehê de, li herêma Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek birîndar bû. Di heman rojê de li herêma Şêrewa di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di encama van çalakiyan de bi giştî; 5 endamên POH û çeteyek hatin kuştin, çeteyek û gelek endamên POH birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
09 Cotmeh 2022
شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :