استشهاد احد رفاقنا الشهيد عكيد عفرين

Em hevrêyên xwe Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re
Di roja 7’ê Cotmehê saet 6’ê sibehê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşek li ser çeperên hêzên me yên herêma Efrînê pêk anîn. Bi bersivdayîna şervanên me re, pevçûnek dijwar qewimî. Di van pevçûnan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn lê agahîyên zelal nehatin bidestxistin. 2 rêhevalên me bi nasnav Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah di encama pevçûneke dijwar de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Hevrêyê me Egîd di malbateke welatparêz a Efrînê li navçeya Racoyê ji dayîk bû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re wekî her mirovekî xwedî bi rûmet cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Di şerê me yê li dijî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Egîd bi tecrûbeyên xwe yên demê re wekî fermanderekî tevlî bû. Bi taybet di sala 2016’an li Şehbayê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi awayekî çalak tevlî van berxwedanan bû. Piştî dagirkirina Efrînê şehîd Egîd di eniyên berxwedanê yên herî pêş de cihê xwe girt û di her çalakiyeke ku li dijî dijmin hate li darxistin bi awayekî çalak tevlî bû û roleke diyarker lîst. Di şerê xwe de cesûr û jêhatî bû, ji bo wê di nav demeke kin de di asta fermandariya tabûrê erk girt. Berpirsyartiya wî ya li hember gel û şoreşê her ku çû mezin bû, li gor vê rastiyê tevlî şer û jiyanê bû. Di jiyanê de li ser bingehê pîvanên bilind ên rêhevaltiyê, bi dilnizmiyeke mezin tevlî jiyanê bû, di karê xwe de jî bê hesab, fedekar û kedeke mezin raber dikir. Bi vî ruhê xwe yê bilind heta kêliya şehadeta xwe jî derbên giran dijmin da û bi qehremaniyeke mezin tevlî karwanên şehîdan bû.
Hevrêyê me Zinar Tilqerah ji pêkhateya me ya Ereb e. Di sala 2016’an de bi naskirina wî ya tekoşîna azadiyê re beşdarî nava refên şoreşê bû. Bi baweriya ku wê yekîtiya gelên Kurd û Ereb bibe wesîleya azadiya tevahî gelên bindest ên Rojhilata Navîn, projeya netewa demokratîk a Rêber APO hembêz kir û ji bo wê bi kelecan û coşeke mezin beşdarî kar û xebatên şoreşê bû. Rêheval Zinar demekê di nava yekîneyên Cebhet El Ekrad de li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dilwêrekiyek mezin şer kir û piştî ku tevlî nava refên me bû, bi heman ruhî li dijî hemû hêzên dagirker şer kir, li berxwe da. Di berxwedana Serdemê ya Efrînê de cihê xwe girt û mohra xwe li dehan destanên berxwedana serdemê da.
Şehadeta herdû hevrêyên me wê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê xurttir û mezintir bike û teqez emê tola hevrêyên xwe hilînin. Di serî de herdû malbatên me yên hêja, malbatên şehîd Egîd û şehîd Zinar, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û wek Hêzên Rizgariya Efrînê em soza xwe ya pêkanîna xeyalên şehîdan û gelê xwe ji bo avakirina welatek azad nû dikin.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Egîd Efrîn
Nav û Paşnav: Mahsûm Begdaş
Navê Dayikê: Hûriye
Navê Bav: Rifat
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê – 7’ê Cotmeha 2022

زر الذهاب إلى الأعلى