استشهاد احد رفاقنا الشهيد زنار عفرين

Em rêhevalê xwe Zinar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re
Rêhevalê me Zinar Efrîn roja 2’ê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.
Rêheval Zinar ji bajarê Efrînê ye ku bi nirxên xwe yên Kurdayetîyê girêdayî ye mezin bûye. Çanda welatparêzîyê a malbatê û derdorê wî li ser rêhevalê me Zinar jî bi awayekî berbiçav bandor kiriye. Yek ji berxwedêr û têkoşerê Berxwedana Serdemê a Efrînê rêheval Zinar, çawa ku baya Şoreşa Rojava a ku mirovên dilê wî ji bo azadîyê lê dida bandor kir ew jî ji vê bayê bandor bû. Rêheval Zinar bi ruhê ciwantîyê tevlî xebatên şoreşê bû. Di rojên reş û tarî, di demên tengasîyê de xwe neda kêlekê û cihê xwe enîya pêş da girt. Berpirsyartîyên xwe yên li hember gel û erkên neteweyî ên parastina welatê xwe di dem û wextê xwe da pêk anî. Hertim êşa gelê xwe êşa xwe hîs kir û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê hertim amade bû. Lê mixabin dilê wî yê mezin zêde li ber xwe neda.
Her çi qas me bi fîzîkî rêhevalên xwe wenda kiribe jî me wana spartîye dilê xwe û bi ruhê wan ê zindî meşa xwe ya azadîyê bimeşînin. Em wek rêhevalên Zinar û şopdarên lehengên xwe di wê îdia û biryarê de ne ku wê rojekê hemû hevîyên wan pêk bînin. Soza me serkeftina me be. Em serî da sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe ra û gelê xwe yê birûmet ra dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Zanyar Xelîl
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Ismet
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’ê Cotmeha 2022
Hêzên Rizgariya Efrînê
3’ê Cotmeha 2022

زر الذهاب إلى الأعلى