استهداف قاعدة عسكرية تابعة لجيش الاحتلال التركي في قرية كوبلي التابعة لناحية شيراوا

Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di navbera rojên 22-27’ê Îlonê de, çalakiyên bersivdayînê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di roja 22’ê Îlonê de, li gundê Enabkê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelal kirin.
Di roja 26’ê Îlonê de, li gundê Birc Heyder ya navçeya Şêrawa, li hember çeteyên dagirker çalakiyek berfireh ya serdagirtinê hat lidar xistin. Di lêdana despêkê de 3 çete hatin kuştin. Piştê vê dijmin du caran xwest kuştî û birîndarên xwe rabike. Di van her du caran de jî hêzên me komên çeteyên dagirker yên ku dixwestin kuştî û brîndarên xwe rabikin kirin hedef. Li vir jî 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 8 çeteyên dagirker hatin kuştin, herî kêm 6 çete jî birîndar bûn.
Di roja 27’ê Îlonê de, li gundê Gobelê ya Şêrawa di encama çalakiyek hêzên me de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di encama van çalakiyan de bi giştî, 3 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 2 leşker û herî kêm 6 çete jî birîndar bûn. Li hember êrişên dagirkera çalakiyên me yên bersivdayînê wê berdewam bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
29 Îlon 2022

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/763?single

t.me/HRE_official_kurdish/764?single

زر الذهاب إلى الأعلى