استشهاد احد رفاقنا الشهيد بيلان ليلوني

Em rêhevalê xwe Beylan Leylûnî bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de rêhevalê me Mihemed Cuma bi nasnav Beylan Leylûnî roja 10’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû şehîd ket.
Hevrêyê me Beylan ji bajarê kelha berxwedanê a Efrînê ji dayik bûye. Di destpêka Şoreşa Rojava de ji bo parastina gelê xwe û parastina nirxên mirovahîyê cihê xwe hem li çeperan de hem jî di gelek kar û xebatên din de girt. Di berxwedana Serdemê a Efrînê de bû şahidê vê berxwedana dîrokî û rola xwe leyîst. Piştî dagirkirina Efrînê, hem ji bo rizgarkirina Efrînê hem jî hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, hevrê Beylan di nav hêzên me da cîhê xwe girt û heya kêlîya şehadetê jî bi fedakarîyek mezin xebat meşand.
Em wek Hêzên Rizgarîya Efrînê di şexsê hevrêyê me şehîd Beylan de hemû lehengên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Serî de ji malabata hevrêyê xwe şehîd ra û gelê xwe ra dibêjin serê we sax be.
Nasnameya pakrewanê me wiha ye:
Nasnav: Beylan Leylûnî
Nav û Paşnav: Mihemed Cuma
Navê Dayikê: Besma
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 10’ê Îlona 2022’yan

Hêzên Rizgarîya Efrînê
12’ê Îlona 2022’yan

زر الذهاب إلى الأعلى