استشهاد احد رفاقنا الشهيد جسور عفرين

Em rêhevalê xwe Cesûr Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji gelê me û raya giştî re

Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de rêhevalê me Ehmed Mihemed bi nasnav Cesûr Efrîn roja 4’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû şehîd ket.
Piştî dagirkirina bajarê Efrînê ciwanên me yên Efrînê hem hêrs û kîna xwe ya li dijî dagirkerîyê hem jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe cîhê xwe di nav hêzên me de girtin. Yek ji wan rêheval Cesûr e. Hevrê Cesûr di temenên xwe yên ciwantîyê de li ser axa xwe bi gelê xwe ra bi dagirkerîyê re rû bi rû ma lê li kêleka wî jî berxwedanîya şervanên gelê xwe jî dît. Li ser vê bingehê dît ku cihê herî rast a tê da cîh bigre kêleka şervanên azadîyê ye û bi vê ra dikare ji bo azadîya gelê xwe û bajarê xwe erk û berpirsyartîya xwe pêk bîne. Rêheval Cesûr di tevlîbûna xwe ya jîyanê de kedkar û di şer de şerker bû. Şervanekî baş ê gelê xwe bû.
Em wek Hêzên Rizgarîya Efrînê ked û xebatên wî, xewn û xeyalên wî yên mezin di têkoşîna xwe ya azadîyê de bidin jîyandin. Em di wê bîr û bawerîyê de ne ku hem gelê me yê Efrînî û Kurdistanê hem jî ciwanên me cîhê rêhevalê me Cesûr ku çeperê de girti bû vala nehêlîne û hertim dagirtîbe. Em di şexsê hevrê Cesûr de hemû heval û hogirên me yên ji bo azadîyê şerkirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û bi hürmet bibîr tînin. Serî sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe ra dixwazin û ji gelê xwe ra dibêjin serê we sax be.
Nasnameya pakrewanê me wiha ye:
Nasnav: Cesûr Efrîn
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed
Navê Dayikê: Emîra
Navê Bav: Loqman
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 4’ê Îlona 2022’yan

Hêzên Rizgarîya Efrînê
6’ê Îlona 2022’yan

زر الذهاب إلى الأعلى