استشهاد احد رفاقنا الشهيد بوتان بيريم

Em rêhevalê xwe Botan Birîm bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de şer û têkoşîna ji bo axa xwe û azadîya gelê me a li dijî dagirkerîya dewleta Tirk didomînin. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me Botan Birîm roja 24’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Hevrê Botan, li bajarê Efrînê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz mezin bû. Wek her welatîyek me yê Efrînî û Kurdistanî hevrê Botan jî vegera bajarê Efrînê ji xwe ra kir armanc û tevlî doza azadîyê bû. Di temenê xwe yê ciwan de koçberîyê ra rûbirû ma, bê ax ma lê şeref û rûmeta xwe li hember dijmin parast. Hêza xwe ji fikr û ramanên azad yên Rêber Apo û ji berxwedanîya gelê xwe girt. Di tevlîbûna xwe ya jîyanê de dilnizm bû, di emrê xwe yê di nav têkoşînê de kedek mezin da. Berpirsyartîya xwe ya li hember gel a bareke giran e ji bo her mirovekî, bêteredûd pêkanî.
Em li ser soza xwe dimeşin û em di wê bîr û bawerîyê de ne ku wê ti xeyalên şehîd û gelê me nîvço nemînin. Soza ku me daye şehîdan û gelê xwe emê bi çalakîyên xwe heta dagirkerek jî li ser axa me be têbikoşin û teqez dikin ku warên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Li ser vê esasê em sersaxîyê ji malbata şehîd Botan û gelê xwe ra dixwazin.
Nasnameya pakrewanê me wiha ye:
Nasnav: Botan Birîm
Nav û Paşnav: Hemza Îbrahîm Birîm
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji Dayikbûnê: Heleb
Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2022’yan

Hêzên Rizgarîya Efrînê
25’ê Tebaxa 2022’yan

زر الذهاب إلى الأعلى