استشهاد احد رفاقنا الشهيد عزت شرا

Em hevrêyê xwe Izet Şera bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Izet Şera roja 12ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.
Gelê me yê Efrînê di tarîxa şoreşa me da cihekî xwe yê taybet heye û di tekoşîna me ya azadîyê de gelek keç û xortên xwe tevlî meşa azadîyê kirine. Gelê me yê Efrînê ti dema li dijî zilm û zordarîyê serî netewandîye, tevî qirkirin û komkujîyên ku li ser wan hat meşandin jî bêdeng neman, helwesteke şoreşgerî nişan dan. Hevrêyê me Izet jî ji navçeya Şera a bajarê Efrînê ye ku bi vê çanda berxwedêr mezin bûye. Di tevlîbûna hevrê Izet de çanda berxwedêr a gelê me bandoreke mezin çêkir û tevlî meşa azadîya me bû. Bi nasîna fikra azadîyê re hîn zêdetir xwe nas kir û di vê çarçoveyê de xwe pêşxist. Hevrêyê me Izet di tevlîbûna xwe ya jîyanê de xwedî bi ked bû. Kesayetek dilpak û mutewazî bû. Berpirsyartîya xwe ya parastina gelê xwe û axa xwe da jîyanê da tawîz neda û heta kêlîya dawî a jîyana xwe jî erka xwe pêk anî.
Serî de ciwanên me yên Efrînê û hemû ciwanên me yên Rojavayî pêwîste xwedî keda hevrê Izet derkevin û çeka wî erde nehêlînin. Em jî wek hevrêyên şehîd Izet ji bo armancên wî yên mezin pêk bînin soza xwe nû dikin û sersaxîyê ji malbata şehîd Izet û gelê xwe ra dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Izet Şera
Nav û Paşnav: Ferîd Mûsilî
Navê Dayikê: Remziye
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 12’ê Tebaxa 2022’yan
Hêzên Rizgarîya Efrînê
13’ê Tebaxa 2022’yan

زر الذهاب إلى الأعلى