نحن كقوات تحرير عفرين كمدافعين عن شعبنا نبدد جهود العصابات الغازية الواحدة تلو الأخرى ونوجه ضربات قاسية للغزاة.

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, her roj li herêmê êrîşên dijwar li dar dixin. Gelê me yê ku piştî dagirkirina bajarê Efrînê neçar man ku koçber bibin, di vê koçberiyê de jî dibin hedefê êrîşên artêşa dagirker. Bi gefên dewleta Tirk a faşîst ku bi taybetî di demên dawî de li hember herêmê û gelê herêmê tê kirin, êrîşên çeteyên artêşa Tirk jî zêdetir bûne. Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, wekî parêzvanên gelê xwe, ev hewldanên çeteyên dagirker yek bi yek bê bandor dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di vê çarçoveyê de di rojên 26 û 28’ê Pûşperê de, li herêmên Bab û Ezazê derbên giran li çeteyên dagirker hate xistin.
Di roja 26’ê Pûşperê de, li herêma Babê, konvoyek çeteyên girêdayî koma Ehrar El Şam ku ji bo teqwiya êrîşekê di nava liv û tevgerê de bû, hate hedef girtin. Di encamê de 2 maşîneyên çeteyan hatin rûxandin. 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di 28’ê Pûşperê de, li herêma Ezazê dema ku grûbek çete amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê yekîneya me ve hate ferq kirin û di encamê de çeteyek hate kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
02 Tîrmeh 2022

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/719

زر الذهاب إلى الأعلى