نفذت قواتنا غارة على مرتزقة الاحتلال التركي في قرية مريمين التابعة لناحية شرا.

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li hember heremê bi awayek dijwartir didomînin. Di wan êrişan de gelek gund û nîştecihên wan gundan tên hedefgirtin. Çalakiyên me yên bersivdayinê li hember wan êrişan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li rojên 9 û 10ê Gulanê, ji aliyê hêzên me ve li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor ya bersivdayînê hatin lidar xistin.
Li roja 9ê Gulanê, li gundê Meryemînê ya girêdayî navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû. Herwiha çekek bi cureya AK-47 hat desteserkirin.
Li roja 10ê Gulanê, li bajaroka Marê di encama çalakiyek sekvanî de 1 çete hat kuştin.
Di wan çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin, 1 jî hat brîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
13 Gulan 2022

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/708

زر الذهاب إلى الأعلى