استشهاد احد رفاقنا الشهيد فيداكار

Em hevrêyê xwe Fedakar bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Fedakar roja 5ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Piştî dagirkirina Efrînê weke Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîneke bêeman tê meşandin. Di vê tekoşîna meya li dijî dagirkerîyê de ciwanên me berê xwe didin nav refên hêzên me ku yek ji wan jî hevrêyê me Fedakar e. Hevrêyê me Fedakar li herêma berxwedanê yê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hem welatparêzîya malbatê hem jî tevlîbûna nasên wî li nav şoreşê bandoreke mezin li ser hevrêyê me kir. Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me Fedakar jî biryara tevlîbûna li nav têkoşîna azadîyê da. Erka herî zehmet erka şoreşê li ser milê xwe girtine û hevrêyê me jî bi dil û can vê erka pîroz heya kêlîya dawî bi cîh anî.
Emê bibin şopdarê têkoşîna hevrêyê xwe Fedakar û sozê didin ku emê her bihostekî axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Em serî de malbata meya hêja ya hevrê Fedakar û gelê xwe yê berxwedêr re sersaxîyê dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Fedakar
Nav û Paşnav: Elî Beşîr
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 5ê Gulana 2022an
Hêzên Rizgariya Efrînê
7ê Gulana 2022an

زر الذهاب إلى الأعلى