استشهاد احد رفاقنا الشهيد جيلو عفرين

Em hevrêyê xwe Cîlo Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Cîlo Efrîn roja 13ê Nisanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Cîlo li herêma berxwedanê yê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Welatparêzî wek çandek e di nav gelê me de û hevrêyê me jî bi vê çandê hem mezin bû hem jî dema pêwîst bû ji bo parastina xaka xwe hertim amade bû. Çawa ku armanca her welatparêzekî welatê xwe ji dagirkeran rizgarkirin be ji bo hevrêyê me Cîlo jî armanca yekem Efrîn û cîhên din ji dagirkerîyê re paqijkirin û azadkirin bû. Bi vê çanda berxwedanê tevlî jîyan û têkoşîna azadîyê bû.
Emê xewn û xeyalên her şehîdekî xwe bi azadkirina welatê tacîdarkirin bikin û soza ku me daye wan careke din nû dikin. Em di şexsê hevrê Cîlo de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Cîlo Efrîn
Nav û Paşnav: Celal Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Yaqub
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 13ê Nîsana 2022

Hêzên Rizgariya Efrînê
14 Nîsan 2022

زر الذهاب إلى الأعلى