استشهاد احد رفاقنا الشهيد احمد غيلي

Em hevrêyê xwe Mazlûm Ta’anî bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Mazlûm Ta’anî di dîroka 1ê Nisana 2022an de, dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Mazlûm li herêma berxwedanê yê Şehbayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû û cihekî şerê me yê azadiyê hatibû meşandin, hevrêyê me Mazlûm jî firsend dît ku hêz û tekoşîna me nas bike. Her wiha ji ber welatparêziya herêma lê mezin bûye, li Şehbayê û piştî dagirkirina Efrînê gelên me yên Efrînê li Şehbayê bi cîh bûn bandor li ser wî kir. Hevrêyê me Mazlûm jî piştî dagirkirina Efrînê sala 2019an biryar da ku tevlî nav têkoşîna me ya azadîyê bibe û ji bo azadîya herêma Efrînê hewildaneke mezin da ku bibe şervanekî jîr ji gelê xwe ra. Jîyana xwe ya 3 salan a şoreşgerîyê de di hem kesayetê xwe da guhertinek çêkir hem jî şervantîyê de xwe pêş xist.
Têkoşîna me ya azadîyê de me gelek hevalên leheng di encama têkoşîna lehengane de spartin axê û dilê xwe. Lê hin qezayên çêdibin de rê li ber şehadeta hevalên me de encam dibe me xemgîn bike jî, emê ked û bîranînên hevrêyê me şehîd Mazlûm têkoşîna me ya azadîyê de hertim bidin jiyîn.
Em di şexsê heval Mazlûm de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Mazlûm Ta’anî
Nav û Paşnav: Ehmed Gillî
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Şehba
Dîroka Şehadetê: 1ê Nîsana 2022

Hêzên Rizgariya Efrînê
02 Nîsan 2022

زر الذهاب إلى الأعلى