استشهاد احد رفاقنا الشهيد شورش اندوك

Em rêhevalê xwe Şoreş Andok bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Li hember dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gele me tê meşandin, têkoşîna me bi hemû zor û zehmetiya xwe berdewam dike. Di nav vê têkoşînê de her şehadetek, li hember dijmin hêrseke mezin ava dike. Şehadetên ku bêwext çêdibin di hestên me de xemginiyek kûr ava dike. Rêhevalê me Şoreş Andok li roja 25ê Cotmehê, di encama qezayê de gihiştibû şehadetê.

Rêheval Şoreş jî heta kêliya dawî erkên xwe bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî û her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Em di şexsê rêheval Şoreş de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê
27 Cotmeh 2021

زر الذهاب إلى الأعلى