تم تنفيذ عدة عمليات نوعية استجابة لإحياء ذكرى الشهيد شيار دنيز وأيضًا للانتقام من الممارسات اللاإنسانية للدولة التركية المحتلة

Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 07 û 10ê Îlonê de, ji bo bîranîna Şehîd Şiyar Denîz û herwiha ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 7ê Îlonê, hêzên me li navçeya Şera, li hember baregehek artêşa dagirker çalakiyek serdagirtinê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin ruxandin. Di vê çalakiyê de herwiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.
Li roja 9ê Îlonê, li gundê Til Malîd ya navçeya Marê, di encama çalakiyek de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Li roja 10ê Îlonê, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê, di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
12 Îlon 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/689

t.me/HRE_official_kurdish/690

زر الذهاب إلى الأعلى