استشهاد احد رفاقنا الشهيد شيار دينيز

Em rêhevalê xwe Şiyar Denîz bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Şiyar Denîz di dîroka 25ê Tebaxê 2021 an de,  li herêma Efrînê, dema li ser erka xwe bû gihişt şehadetê.
Heval Şiyar, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda welatparêzî mezin bû û vê çandê di kesayeta xwe de zivirand hêza şoreşgeriyê. Rêheval Şiyar, dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gelê me tê meşandin ti car qebul nekir û di nav têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de cihê xwe girt. Heta kêliya dawî erkên xwe bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî û her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şiyar Denîz
Nav û Paşnav: Xelil Hiso
Navê dayik: Ferîda
Navê bav: Murad
Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn | 25 Tebax 2021
Em di şexsê heval Şiyar de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
27 Tebax 2021

زر الذهاب إلى الأعلى