نفذت قواتنا عمليات فعالة بين 17 و 23 آب / أغسطس

Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê hêzên me di navbera rojên 17 û 23ê Tebaxê de çalakiyên bibandor lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 17ê Tebaxê, li gundê Qurbê ya navçeya Cindirêsê, ji aliyê Tîma Şehîd Avesta ve çalakiyek sabotajê hat lidar xistin.  Di encama vê çalakiyê de serçeteya bi nave Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.
Li roja 21ê Tebaxê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama çalakiyek sabotajê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Li rojên 22 û 23ê Tebaxê, li gundê Keferxweşê ya bajaroka Ezazê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di çalakiya 22ê Tebaxê de 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Di çalakiya 23ê Tebaxê de jî  3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha, mewziyek û konteynirek jî hatin ruxandin.
Di wan çalakiyan de bi gişî; 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
26 Tebax 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/678

t.me/HRE_official_kurdish/679

زر الذهاب إلى الأعلى