مقتل مرتزق بعملية قنص في بلدة مارع الواقعة ضمن سيطرة الاحتلال التركي

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de, êrişên xwe yên topbaranê li ser herêmê zêde kirin. Li hember wan êrişan di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 14 û 19ê Tebaxê de çalakiyên bersîvdayinê hatin lidarxistin.
Li roja 14ê Tebaxê, li bajaroka Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin. Li heman rojê, li gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.
Li roja 15ê Tebaxê, li gundê Keferxuşê ya girêdayî Ezazê, hêzên me li hember qaîdeyek artêşa Tirk bi çekên giran çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemjara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Li roja 16ê Tebaxê, li navçeya Cindirêsê, di encama çalakiyek sabotajê de çeteyek hat kuştin û motorek hat ruxandin.
Li roja 19ê Tebaxê, li gundê Gobelê ya Efrînê, li hember seyereyek artêşa Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Ev seyare hat ruxandin. Piştê çalakiyê dema dijmin cenazeyên xwe radikir, li hember seyareyek din jî çalakî hat lidarxistin. Ev seyare jî hat ruxandin. Di encama wan çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin, brîndarên dijmin hene lê hejmara brîndaran nehat zelalkirin.
Giştî di wan çalakiyan de; 5 leşker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
21 Tebax 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/674

t.me/HRE_official_kurdish/675

زر الذهاب إلى الأعلى