نفذت وحدات الشهيدة أفيستا في قرية علمدار التابعة لناحية راجو عملية نوعية ضد أحد معاقل مرتزقة الاحتلال التركي

Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 16 û 19ê Tîrmehê, ji aliyê hêzên me ve li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor hatin li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 16ê Tîrmehê,, li gundê Elemdara ya navçeya Raco, ji aliyê yekineya Şehîd Avesta ve çalakiyek sabotajê hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li roja 18ê Tîrmehê, li bajarê Efrînê, li taxa Vîlat, çalakiyek sabotajê hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de seyareyek hat ruxandin, 2 çete jî brîndar bûn.
Li roja 19ê Tîrmehê, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 seyareyên bidoçka hatin rûxandin. Di encama vê çalakiyê de qasî ku hat zelalkirin, 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Li heman rojê, li gundê Kilcibrîn ya navçeya Ezazê, di encama çalakiyek de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 12 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn.
Ev çalakî bi boneya tolhildana nêzikatiya dermirovahî ya dewleta Tirk a dagirker li hember şehîdgeha Efrînê, hatin li dar xistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
22 Tîrmeh 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/665

t.me/HRE_official_kurdish/666

t.me/HRE_official_kurdish/667

زر الذهاب إلى الأعلى