تم اتخاذ إجراءات فعالة ضد الغزاة في مناطق الباب ، ومارع ، وشرا ، وشيراوا

Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Li hember dagirkeran li herêmên Bab, Marê, Şera û Şêrawa çalakiyên bibandor hatin li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 27ê Pûşberê, li Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. Seyareyê çeteyan hat rûxandin.
Li rojên 5 û 6ê Tîrmehê, li nêzî bajaroka Marê, di encama çalakiyên sekvanî de 3 çete hatin kuştin.
Li roja 14ê Tîrmehê, li nêzî bajaroka Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin. Li heman rojê, li gundê Meryemînê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de seyareyek çeteyan hat rûxandin. Li heman rojê li gundê Gobelê ya navçeya Şêrewa, li hember qaîdeyek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin, seyareyek zirxî ya bi cûreya Kîrpî û noxteyek cebilxane hatin rûxandin.
Di wan çalakiyan de bi giştî, 6 çete û 3 leşker hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Hêzên Rizgariya Efrînê
15 Tîrmeh 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/663

زر الذهاب إلى الأعلى