استشهاد احد رفاقنا الشهيد دلشير عفرين

Em rêheval Dilşêr Efrîn birêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja 5ê Tîrmehê rêhevalê me Dilşêr Efrîn, li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû gihişt asta şehadetê.

Rêheval Dilşêr li Helebê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Di têkoşîna me ya li hember qirkirin û dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bibiryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û Paşnav: Ferhad Nasan

Navê dayik: Zeyneb

Navê bav: Eyub

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn | 05 Tîrmeh 2021

Em di şexsê rêheval Dilşêr de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê

07 Tîrmeh 2021

زر الذهاب إلى الأعلى