تنفيذ سلسلة إجراءات فاعلة ضد جيش الاحتلال التركي ومرتزقته.

Ji çapemenî û raya giştî re

Di navbera rojên 26 û 30ê Pûşberê de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Li roja 26ê Pûşberê, li bajaroka Marê, li hember noxteyek çeteyên dagirker çalakiyek sekvanî hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin. Li heman rojê, li Efrînê, li çerxerêya Kawa çalakiyek sabotajê hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek jî di nav de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha 2 seyare hatin rûxandin.

Li roja 27ê Pûşberê, li gundê Dabiqê ya girêdayî bajaroka Marê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de hêjmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Li roja 29ê Pûşberê, li derdora bajaroka Marê, li hember baregehey çeteyên dagirker rêzeçalakiyên sekvanî hatin li dar xistin. Di encama vê çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Li roja 30ê Pûşberê, li pêşiya gundê Kefer Kelbîn ya bajaroka Azazê, di encama çalakiyek sekvanî de 1 çete hat kuştin. Li heman rojê, li bajaroka Marê, di encama çalakiyek sabotajê de seyareyek doçkabarkirî hat rûxandin.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 10 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê

02 Tîrmeh 2021

زر الذهاب إلى الأعلى