مقتل مرتزق على طريق جنديرس بريف مدينة عفرين المحتلة

Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 6 û 15ê Pûşberê de, li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 6ê Pûşberê, li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin
Li roja 7ê Pûşberê, li bajaroka Rayî ya navçeya Babê, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha motorek hat ruxandin.
Li roja 8ê Pûşberê, li bajarê Efrînê, li taxa Mahmudiyê, di encama çalakiyek sabotajê de 2 çete hatin brîndar kirin, seyareyê wan hat derbkirin.
Li roja 11ê Pûşberê, li gundê Til Cilbirîn ya navçeya Ezazê qaideyek artêşa Tirk a dagirker hat hedef kirin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li roja 12ê Pûşberê, li Cerablûsê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek bi navê Feysel Xelîl hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li roja 15ê Pûşberê, li gundê Kefercenê ya navçeya Şera di encama çalakiyek sabotajê de 3 çete hatin kuştin û seyareyek hat rûxandin.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 13 çete jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
18 Pûşber 2021

زر الذهاب إلى الأعلى