في عملية إنتقامية نفذت قواتنا عملية نوعية ضد أحد معاقل مرتزقة الاحتلال التركي في قرية جوبلي وباصلة.
Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 1-3ê Puşperê de, ji aliyê hêzên me çalakiyên bibandor ya bersivdayinê hatin lidar xistin. Di wan çalakiyan de leşker û çeteyên dewleta dagirker hatin hedef girtin, ku ev kom heya niha di Efrîna dagirkirî de li hember şêniyên bajar sûcên mirovahiyê pêk tînin, hewl didin demografiya herêmê biguherînin û bi her awayî zext û zorê li gelê me dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 1ê Puşperê;
Li Marê, hêzên me li hember noxteyek çeteyan çalakiyek bi drone lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Li gundê Daglibaşê ya Babê, hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Herwiha doçkayek tev seyare hat ruxandin.
Li roja 2ê Puşperê;
Li gundê Keferxweşê ya Ezazê, hêzên me çalakiyek li hember çeteyên dagirker lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Li heman rojê di seetên şev de, di navbera gundên Gobelê û Basilê ya Efrînê, hêzên me li hember konvoyek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de seyareyek zirxî ya bi cureya kîrpî hat rûxandin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan serleşker, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn.
Li roja 3ê Puşperê;
Li derdora gundê Basufanê, hêzên me li hember komek leşkerên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn.
Li Efrînê, li hember kargehek gazê ya aîdê çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kargeh hat ruxandin.
Di wan çalakiyên 3 rojan de bi giştî 12 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
07 Puşper 2021
شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :