قواتنا نفذت عدة عمليات عسكرية ضد نقاط الاحتلال التركي مما أدى مقتل 5 وأصيب 9 بجروح

Ji çapemenî û raya giştî re

 

Di navbera rojên 26 û 31ê Gulanê de, ji aliyên hêzên me ve, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

 

Li roja 26ê Gulanê, li herêma Efrînê, li ser rêya Raco, di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

 

Li roja 27ê Gulanê, li nêzê gundê Beradê ya navçeya Şêrawa, di encama çalakiya sekvanî de 1 çete hat kuştin.

 

Li roja 30ê Gulanê, li gundê Til Malid ya bajaroka Marê, di encama çalakiyek taybet de 1 çete hat kuştin, 2 çete brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha doçkayek tevî pîkaba xwe hat ruxandin.

 

Li roja 31ê Gulanê, li gundê Til Malid ya bajaroka Marê, hêzên me çalakiyek din lidar xistin. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin. Li heman rojê, li pêşiya bajaroka Marê, li hember çeteyên dagirker çalakiyek din hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê jî nehat zelal kirin. Li heman rojê, li gundê Qitma ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

 

Bi giştî di wan çalakiyan de; qasî ku hat zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê

01 Puşper 2021

زر الذهاب إلى الأعلى