استشهاد احد رفاقنا الشهيد مظلوم نيربيه

Em rêhevalên xwe Şervan Dîgor û Mazlum Nêrebiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li roja 26ê Gulanê li gundê Merenazê ya girêdayî navçeya Şera, di encama êrişên dijmin de du rêhevalên me gihiştin asta şehadetê.
Rêhevalên me Şervan û Mazlum, ji roja ku tevlî refên me bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşîn kirin û bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn. Ti car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku emê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê rêheval Şervan û rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.


Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Mazlum Nêrebiyê
Nav û Paşnav: Xalid Elwawa
Navê Dayikê: Ayde
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê – Şera / 26 Gulan 2021

Nasnav: Şervan Dîgor
Nav û Paşnav: Yusif Bekîr
Navê Dayikê: Lîna
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê – Şera / 26 Gulan 2021

Hêzên Rizgariya Efrînê | 28 Gulan 2021


زر الذهاب إلى الأعلى