مقتل إثنين من مرتزقة الاحتلال التركي في قرية هيجكة التابعة لناحية راجو بريف مدينة عفرين المحتلة

Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 17 û 24ê Gulanê de, ji aliyê hêzên me ve li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.
Li roja 17ê Gulanê, li gundê Hecika ya navçeya Raco, di encama çalakiyek sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek hat derbkirin.
Li roja 18ê Gulanê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyek sekvanî de, çeteyek brîndar bû.
Li roja 19ê Gulanê, li Cerablûsê, li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Li roja 24ê Gulanê, li nêzî gundê Kefirxweşê ya Ezazê, di encama çalakiya sekvanî de 2 çete hatin kuştin. Li heman rojê, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê li hember kaideyek dagirkeran çalakiyek bi dronê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşker hat kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn.
Di wan çalakiyan de bi giştî 4 çete û 1 leşker hatin kuştin, 3 çete û 2 leşker jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
25 Gulan 2021

زر الذهاب إلى الأعلى